Piştî teqînê di ser malan de girtin û 5 kes binçavkirin

Piştî teqînê di ser malan de girtin û 5 kes binçavkirin

Li qada leşkerî ya navçeya Cizîrê teqîn pêk hat. Piştî teqînê polîsan di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de polîsan 5 welatî binçav kirin.

Li Fermandariya Garnîzonêya taxa Nurê ya Cizîra Şirnexê şevê din di demjimêr 23.00'an de 2 teqînên mezin li pey hev pêk hatin. Nehat zanîn ka di teqînê de mirî yan birîndar hene yan na. Di derbarê teqînê de rayedaran jî tu daxuyanî nedan. Piştî teqînê gelek maşîneyên zirxî yên polîsan sewqî taxa Nûrê hatin kirin û tedbîrên gelek mezin girtin.

Polîsan piştî teqînê li taxa Nûh û Cûdî di ser malan de girt û 5 welatî binçavkirin. Polîsan Şehmus Geçît (20), Egîd Bîlîk (17), Mehmet Emîn Goçe (22), Abdulkerîm Caba (23) û Mehmet Çagdavul (19) binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Cizîrê.