Piştgiriyeke din a ji bo girtiyan ji Rojhilatê Kurdistanê hat

Piştgiriyeke din a ji bo girtiyan ji Rojhilatê Kurdistanê hat

Xwendekarên Zanîngeha Peyama Nûr a Merîwanê jî, ji bo piştgiriya çalakiyê dest bi greva birçîbûnê dikin.

Xwendekarên zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Merîwanê ji bo balê bikişînin ser çalakiya berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên tirk de di nava tevgerê de ne.

Xwendekaran bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe anî ziman û gotin ku, ew dê jî îro dest bi greva birçîbûnê bikin.

Xwendekaran berxwedana girtiyên ji doza PKK, PAJK û BDP'ê wekî berxwedanake bi rûmet a li dijî zilm û zora faşîzma AKP'ê bi nav kirin.

Xwendekarên zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Merîwanê banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan li hemû derdor û parêzvanên mafê mirovan kirin.

Xwendekaran di dawiya daxuyaniyê de jî xwestin ku, daxwazên girtiyan bêne bicihanîn.