BI DÎMEN

Pîrozbahiyên ji bo serketina HDP'ê dewam dikin

Serketina HDP'ê li bajarên Elmanya Kîel û Nurnberg Maîenberg û li bajarê Fransa Dragûîgnanê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

Serketina HDP'ê li bajarên Elmanya Kîel û Nurnberg Maîenberg û li bajarê Fransa Dragûîgnanê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

KÎEL: Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, li bajarê Elmanya Kîelê ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve bi şahiyekê hat pîrozkirin. Bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk ên Kîel û Neumunsterê, şahî hat lidarxistin. Di şahiya ku saet di 13:00 de li Kîel Gaarden Werftparkê destpê kir de bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn. Ji Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê Savaş Sari axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê kir û xebatên xwe yên 3 mehan ên beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Kîel û derdora wê nirxand. Sari bal kişand ser provokasyonên di dema hilbijartinê de li hemberî gelê Kurd hat kirin û destnîşan kir ku gel nehatiye provokasyonan û bersiva herî mezin a li êrîşan, di sindoqan de daye. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

NURNBERG: Li bajarê Elmanya Nurnberg/Marîenbergê jî, ji bo pîrozkirina serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de, bi hezaran kes civiyan. Nûnerên DÎDF û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ku pîrozbahî organîze kirin axivîn û destnîşan kirin ku serketina HDP'ê dîrokî ye. Hat ragihandin ku xeyala tifaqa demokratan, şoreşgeran, Kurd, Tirkiyeyî û hemû hindikahiyan a bi salan, bicih hatiye anîn. Beşdarên şahiyê, bi gerandina govendê serketina HDP'ê pîroz kirin.

DRAGÛÎGNAN: Li bajarê Fransa Draûîgnanê jî, serketina HDP'ê bi şevekê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku beşdariyeke xurt a jin û ciwanan hebû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre bi axaftina li ser wateya şevê, dewam kir. Ji komên herêmî Koma Rênas û Hozan Remzî jî di şahiyê de derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin. Şev bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" bi dawî bû.

...