Piling Kal ê 50 salî di berxwedana Şengalê de ye

Piştî êrîş û komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê, ji hemû gelan kes beşdarî berxwedana Şengalê dibin.

Piştî êrîş û komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê, ji hemû gelan kes beşdarî berxwedana Şengalê dibin. Berxwedana Şengalê roj bi roj vediguhere berxwedanek enternasyonal û êdî ji bo hemû gelan bûye berxwedaneke ku hemû gelan digire nav xwe.  Pilingê Kal ê 50 salî ku ji Elmanyayê beşdarî berxwedanê bûye got: “Divê hemû gel bêdeng nemînin û beşdarî berxwedana Şengalê bibin.”

Beşdarbûnên ji bo berxwedana Şengalê roj bi roj zêdetir dibin. Pilingê Kal ê bi eslê xwe ji Elmanyayê jî beşdar bû û got: “Min nedikarî ez zêdetir li dijî vê komkujiyê bêdeng bimînim. Divê demildest min di vê berxwedanê de cih bigirta.”

Pilingê Kal wiha got: “Hemû lêgerînên min bi berxwedana Rojava û Şengalê zelal bû. Min fêm kir ku êdî ez nikarim li Elmanyayê bijîm. Ev ji bo min bû destpêkek. Vê. rê da lêgerîna jiyana min a nû. Dîmenên komkujiyê yên televîzyonê bandorek mezin li ser me kir. Vê jî ez xistim nava kûrbûnên mezin. Min di televîzyonan de dîmen dîtin. Min got ez dikarim çi bikim. Li malê rûniştin, ne çareserî bû. Min got gelo ez ji bo vî gelî dikarim çi bikim. Jiyana min a li Elmanyayê her tim di nava lêgerînê de bû.”

YA DAIŞ’Ê LI KURDISTANÊ KIR FAŞÎZM BÛ

Kal got, ew kesekî dij-faşîst e û ji ber vê komkujiyên ku DAIŞ’ê li Şengal û Rojava kiriye qet lêpirsîn nekiriye û wiha berdewam kir:  “Min hovîtiya wan lêpirsîn nekir.  Ya DAIŞ’ê li Kurdistanê kir faşîzm bû. Ez wisa bi nav dikim. Bi çavsoriyek mezin nêzî Kurdan dibin. Li vir pêkanînên dijmirovane hene. Her kes van dibîne. Ez jî dibêjim ku divê ev zêde li demê neyê belavkirin. Divê rêyek bê şopandin. Divê şertê li dijî wan bê bilindkirin. Bi vî awayî wê pêşî li komkujiyên wan bên girtin. Min ev pirs gelek carî ji xwe pirsîn. Min jiyana xwe ya li Elmanyayê da sekinandin û ez hatim Şengalê. Piştî vê şerî ez bi Kurdistaneke azad û wekhev bawer im.”

HÊVIYA PKK’Ê TEVLÎBÛNAN ZÊDE DIKE

Kal da xuyakirin ku piştî ji Elmanyayê derketiye, li gelek bajarên Kurdistanê geriyaye û got: “Van bajaran bandorek mezin li ser min kir. Min li Kurdistanê gelek tişt hîn kir. Ez çûm Hewlêr û Amedê jî. Li wir hevalên min çêbûn. Kurdistan welatekî xweş e. Dilê wan germ e. Mirovên xweşik in. Niha ez li Şengalê me. Beşdarî berxwedanê bûme. Rewşa Şengalê pir jî ne xerab e. Yekane hêviya wan gerîlan e.  Ji sedî 59’ê Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye wêrankirin. Tevî vê yekane hêviya gel û me gerîlan e. Parvekirina hevalan gelek xweş e.”

HEMÛ CÎHANÊ ÊZIDÎ XAPANDIN

Kal nêzîkatiya Elmanyayê ya ku PKK’ê ji lîsteya terorê dernaxîne jî rexne kir û got: “Ya min fêm nekiriye ev e, çima PKK hîna di lîsteya terorê de ye. Ev tê vê wateyê; di vê lîsteyê de hebûna PKK’ê rêbaza xapandinê ye. Di nuqteya parastina mirovahiyê de PKK yek tenê ye. Di rastiyê de jî tenê wan alîkarî da Êzidiyan. Cîhan li dijî vê bêdeng ma. PKK’ê alîkarî da wan. Ev ji bo min nêzîkatiya mezin a mirovahiyê ye. Sedema hatina min a Şengalê jî, ev e ku di nava tevgera PKK’ê de tevga jinan heye. Nêzîkatiya PKK’ê ya li dijî jinê bandorek mezin li ser min kir. Hevaltiya rast li vir e. Hiyerarşî tine. PKK baweriyê dide jinan.”

'DIVÊ HEMÛ GEL DI BERXEWDANA ŞENGALÊ DE CIH BIGIRIN'

Kal di dawiya axaftina xwe de got divê hemû sazî û dezgehên Ewropayê piştgiriyê bidin gelê Şengalê û got: “Hewcedariya herî mezin xurek e. Hewcedarî bi doktor û alavên tibî hene. Divê piştgirî ji bo PKK’ê bê dayîn. Wek cebilxaneyê. Alîkariyên tên kirin hîna ji bo PDK’ê tên dayîn. Vê jî terkî komkujiyê kiriye. Ez bang li hemû gelê Elmanyayê dikim ku li dijî vê komkujiyê bêdeng nemînin û beşdarî berxwedana Şengalê bibin.”

...