Pevçûnên li Colemêrgê berdewam dikin

Pevçûnên li Colemêrgê berdewam dikin

Pevçûnên piştî merasima cenazeyên gerîlayên HPG’ê li navenda Colemêrgê dest pê kirin berdewam dikin. Gerîlayan li ser rêyan bend danîn û pevçûna li dijî polîsan dest pê kir.

Bûyerên piştî merasima cenazeyên gerîlyaên HPG’ê Cîhan Tekçe (Rizgar Colemêrg) û Hamdî Demîr (Dilgeş Marûfî) yên li navçeya Şemzînan jiyana xwe ji dest dan, li taxên cûda yên navenda bajêr belav bûn. Ciwanan li taxan bend danîn û pevçûnên bi polîsan re des pê kirin.

Pevçûnên li taxa Daggol, Yenî û Gaziyê berdewam dikin. Ciwanan li taxa Gazî li jora Parka Gaziyê agiriyek mezin hil kirin. Pevçûn berdewam dikin.