Pevçûnên ku piştî gêrîlayên HPG’ê li herêma Şêx Çiman ya Bedlîsê êrîşî karwana leşkerî û qereqolê kirin derket didomin. Li gorî agahiyên destpêkê di pevçûnan de 4 cerdevan û leşkerek birîndar bûn.
Piştî ku gêrîlayên HPG’ê li herêma Şêx Ciman ya ser bi Bedlîsê ve di demjimêrên şevê de êrîşî karwana leşkerî ya derketine operasyonê û qereqolê kirin, pevçûnên ku destpê kirin hêjan didomin. Li herêma pevçûnê ya ku 3 qereqol û gelek cerdevan lê heyî, li gorî agahiyên destpêkê 4 cerdevan û leşkerek birîndar bûn.
Li herêma ku yekîneyên leşker û helîkopter veguhestinê pevçûn hêjan lê didomin.