‘Pêşnûmeya parastina zimanê zikmakî li dijî PMME'yê ye’

‘Pêşnûmeya parastina zimanê zikmakî li dijî PMME'yê ye’

Baroya Amedê diyar kir ku, pêşnûmeya zagona têkildarî CMK'ê li dijî Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê (AÎHS) ye. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî xwest pêşnûme wekî "Divê bersûc îfadeya xwe bi zimanê ku herî baş xwe bê îfade bike bide. Werger ji aliyê dadgehê ve bê temînkirin û pereyê wî jî dadgeh û dewlet bide" bê rastkirin.

Baroya Amedê derbarê pêşnûmeya makeqanûna zimanê zikmakî de li avahiya xwe daxuyaniyê da çapemeniyê.

Di civînê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî Seroke Baroyê yê berê Mehmet Emin Aktar û rêveberên Baroyê Amede bûn. Li ser navê Baroya Amedê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku, di serî de welatiyên Kurd û hemû welatiyên ku bi tirkî nizanin yan jî hindik dizanin ji ber ku bi zimanê tirkî parastinê dikin bi qasî zimanê zikmakî nikarin xwe baş bînin ziman û ji ber vê yekê jî nikarin xwe biparêzin. Elçî anî ziman ku, ji ber bersûc baş nikarin xwe îfade bikin tenê li hemberî pirsên dozger û dadger bersivên erê û na didin.

Elçî da zanîn ku, di hiqûqa ceza de divê mafê bersûc esas bê girtin û li ser vê yekê parastin bê kirin. Elçî da zanîn ku, welatiyên Kurd ji destpêkê ve nikarin mafê xwe yê parastina Kurdî bikar bînin û mafê wan yê parastinê ji destê wan tê girtin. Elçî mînaka vê yekê ya şenber jî doza "KCK'ê ya Sereke" nîşan da.

Elçî destnîşan kir ku, ev pêşnûmeya ku tê amadekirin tam nabe bersiv û mafê bersûcan naparêze. Elçî bilêv kir ku, divê bersûc di darizandin û parastinê de bi zimanê ku herî baş karibe xwe îfade bike îfade bide û ev zagon nabe bersiva bersûcan. Elçî xwest pêşnûme wekî "Divê bersûc îfadeya xwe bi zimanê ku herî baş xwe bê îfade bike bide. Werger ji aliyê dadgehê ve bê temînkirin û pereyê wî jî dadgeh û dewlet bide" bê rastkirin.

'PÊŞNÛME LI DIJÎ XALA 6'AN YA PMME'YÊ YE'

Elçî destnîşan kir ku, ev pêşnûmeya ku tê amadekirin li dijî mafê parastinê ye û dîsa li dijî xala 6'emîn ya Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê ye.

Elçî xwest bersûc bi zimanê zikmakî xwe îfade bike û hemû astengî li pêş wî bên rakirin. Elçî da zanîn ku, ew wekî Baroya Amedê pêşniyar dikin ku her bersûc bi zimanê zikmakî xwe îfade bikin û dadgeh û dewlet hêsaniyê çêke. Elçî xwest mesrefê werger ji aliyê dewletê ve bê dayîn û werger bê amadekirin.