Pêşbirka futbolê ya seha xalîçe ya di navbera Şaredariya Peyasê û Cemîyeta Rojnamegeran ya Guneydogu (GGC) de hatibû amadekirin destpê kir.
Pêşbirga futbolê ya seha xalîçe ku her sal wekî kevneşopiyekê di navbera Midûriyeta Karê Civakî ya Şaredariya Peyasê û Cemîyeta Rojnamegeran ya Guneydogu de tê lidarxistin, dîsa destpê kir. Di vekirina pêşbirga futbolê de Wekîlê Şaredarê Peylasê Fevzi Yetkin, Serokê Cemîyeta GGC Veysî Îpek, Serokê Midûriyeta Karê Civakî Îsmail Kardaş û nûnerên saziyên pêşbirgê amade bûn.
Beriya vekirina pêşbirgê Îsmaîl Kardaş diyar kir ku, bi armanca piştevanî û piştgiriya di navbera saziyan de vê pêşbirgê pêk tînin û wiha got: "6 salin ev pêşbirg pêk tê. Me xwestibû ku di 9'ê mijdarê de dest bi pêşbirkê bikin. Lê ji ber greva birçîbûnê me taloq kir. Em dixwazin vê diyalogê pêş bixin. Em bawer dikin ku dê dostanî bi ser bikeve."
Bi lîstika tîmên Odeya Sinhetkar û Esnafan û tîmê Şaredariya Sûrê destpê kir. Pêşbirka ku 28 tîm tevlî bibin dê hefteyekî berdewam bike.