Pêşmerge û asayîşê ji Celawla operasyon dan destpêkirin
Li bajaroka Tibçê ya girêdayî navçeya Celawla ya Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên pêşmerge û asayîşê ve operasyon hat destpêkirin.
Li bajaroka Tibçê ya girêdayî navçeya Celawla ya Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên pêşmerge û asayîşê ve operasyon hat destpêkirin.
Li bajaroka Tibçê ya girêdayî navçeya Celawla ya Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên pêşmerge û asayîşê ve ku operasyon hat destpêkirin, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, derdora 20 çeteyan jî hatiye girtin.
Di operasyona ku hat ragihandin îro destpê kiriye, hat diyarkirin piştî agahiya hat gotin ku, 20 çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Tibçê ya berî niha bi çend hefteyan hat rizgarkirin de ne, operasyon hatiye destpêkirin. Serokê Meclîsa Qeretepe Rehyîm Ezîz, da xuyakirin operasyona bi piştgiriya hêzên pêşmergeyan ji aliyê asayîşa Celawla hat destpêkirin, berfireh e û çete hatine dorpêçkirin.
Di operasyona ku 6 çete hatin kuştin şer û pevçûn bi dijwarî didomin.