Pêşcivîna komxebata ciwanan li Dêrsimê pêk hat
Civîna pêşî ya di çarçoveya xebatên 1'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku wê bi banga Meclîsên Ciwanan ên KCD û HDK’ê li Amedê pêk bê, li Dêrsimê pêk hat. Encamnameya civînê hate aşkerakirin.

Endamên hewldan û meclîsên ciwanan ên HDP, HDK, KCD, DBP, ESP, EMEP, Partîzan, Meclîsa Zanîngeha Dêrsim, ên bajar û navçeyên herêmê, tevlî civîna li Dêrsimê pêk hat bûn û ji bo konferansa ciwanan a ku wê li Amedê pêk bê, hatin hilbijartin.
Civîn li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê pêk hat û encamnameya civînê hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku divê ciwanên Dêrsimê li hemberî polîtîkayên înkar, îmha û bişavtinê pêngavên şênber biavêjin û xebatan bimeşînin. Her wiha hate diyarkirin ku li hemberî bikaranîna madeyên hişber kampanyayan pêş bixin.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di nava armancên ciwanan de avakirina komîsyonên bîranîn jî hene û her wiha biryar hate dayin ku ji bo vegerên gundan xebat bêne meşandin û ciwanên Dêrsimê ji bo têkoşîneke hevpar li hev kom bibin.
Di encamnameyê de hate ragihandin ku divê li dijî projeyên HES’ê yên ku berdewam dikin, kan û bendavên li herêmê tên çêkirin komîsyonên çandî û ekolojîk bêne avakirin û wiha hate gotin: “Divê li ser esasê pêkanînan komunan kampanya û xebatên cuda bêne meşandin, li dijî sîstema perwerdeyê ya dersa olî ya neçarî têkoşîn bê meşandin, ji bo valaderxistin polîtîkayên li hemberî ciwanên Elewî têne meşandin xebatên diyarker bêne kirin, giranî bidin ser xebatên li dibistanên amadeyî û ji bo xwendekarên dibistanên amadeyî komîsyon bêne avakirin. Divê ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî kampanya bêne meşandin. Di bingeha komxebata me de ji bo xebatên jinên ciwan atolye bên vekirin. Di çarçoveya xebatên komxebatê de hevkarî bi Kurdî-Der'ê re bên kirin û komîsyoneke zimên bê avakirin.”