Pêngava YPG/YPJ'ê li Viyanayê hat silavkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" ya ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ji çeteyên DAIŞ'ê di 6'ê Gulanê de hat destpêkirin, hat silavkirin.

Pîrozbahiya ji aliyê Ciwanên Azad Viyana û Ciwanên PYD li Viyanayê ve hat organîzekirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Pîrzobahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di axaftinên li pîrozbahiyê de serketina şervanên YPG/YPJ'ê hat silavkirin û hat gotin, "Em dixwazin ji vê derê, silavê bişînin ji şervanên vê gavê şer dikin."
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.