Di çalakikiyên Pencşema Reş de vê hefteyê polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî destnedayîna parlamenteran û êrîşen li ser kurdan hate şermezarkirin. Li Peyas, Êlih, Dêrik, Qoser, Pirsûs, Qelqeliyê û Wanê çalakî hatin lidarxistin û xwestin siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan.
Çalakiyên Pencşema Reş vê hefteyê jî wekî her hefteyê bi tevlîbûna endamên meclîsa şaredariyan, endam û rêveberên BDP'ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber avahiyên Şaredariyan hatin lidarxistin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê, li navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê, Navçeya Wêranşarê ya Rihayê, Navçeya Qelqeliya Wanê û Wanê li ber avahiyên BDP'ê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de endamên meclîsên şaredariyan, rêveberên BDP, KESK, DÎSK, KURDÎ-DER, MEYA-DER, MADAY-DER, ÎHD û gelek saziyên din amade bûn.
Di çalakiyan de polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd û BDP'ê hatin şermezarkirin. Dîsa biboneya salvegera kuştina Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ku di 6'ê Kanûna 2009'an de ji aliyê polîsan ve hate kuştin hate şermezar kirin. Di çalakiyên ku dowîz û pankartên girtina şaredaran şermezar dikin hatin vekirin de, operasyonên siyasî û leşkerî jî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de komên ku li ber avahiyên şaredariyan kom bûn piştî daxuyaniyan bi rûniştina 5 deqîqeyan dawî li çalakiyên xwe anîn.