Pêlîstokên şikestî yên Çekdarê biçûk û nîşaneya serketinê
Ji bo dîtina berhema terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Hezexê, bi zehmetî jî be me xwe gihandin navçeyê. Dîmenê ku me di destpêkê de dît, mîna Cizîr û Sûrê ye.
Ji bo dîtina berhema terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Hezexê, bi zehmetî jî be me xwe gihandin navçeyê. Dîmenê ku me di destpêkê de dît, mîna Cizîr û Sûrê ye.
Ji bo dîtina berhema terora dewleta Tirk ya li navçeya Şirnex Hezexê, bi zehmetî jî be me xwe gihandin navçeyê. Dîmenê ku me di destpêkê de dît, mîna Cizîr û Sûrê ye. Avahiya ji 3 qatan a li navçeyê ku cihê rêxistina DBP'ê ya navçeyê jî lê bû bi temamî hatiye xerakirin û xirbeyên wê jî bi qemyonan tê rakirin. Ev dîmenê ku me dît, mîna wêneyê hêrs û kîna bi salan a dewletê ya li hemberî têkoşîna azadî û demokrasiyê bû.
Li taxa Tûrgût Ozalê, ku êrîş lê giran bû, em ketin hundirê malekê. Li goşeke vê malê Çekdarê 6 salî rûniştî bû, ku pêlîstokên xwe yên şikestî danîbû pêşiya xwe.
Xaniyê ji du qatan ê malbata çekdar, ji ber topbaranê bi temamî xera bûye. Çekdarê biçûk ê li derdora xwe dinêre, hewl dide rewşê fêm bike. Li pêşiya wî jî wesayîtên wî yên pêlîstok ên şikestî.
Em bi dizî wêneyê Çekdarê biçûk dikişînin. Dema bi me dihese jî yekser nîşaneya serketinê dike û bi gotina, 'pêlîstokên min şikandin' gilî dike. Di nava xirbeyê xanî de li pêlîstokê xwe geriya ye û dîtiye.
Hêzên dagirker, ne tenê ji bo xerakirina xaniyan, ji bo şikandina hêviya mirovan, şikandina çanda berxwedanê êrîş dikin. Ya ku vê nîşaneya serketinê bi Çekdarê biçûk dide kirin, zindîtiya hêvî û berxwedanê ye.
Gelê Hezexê jî li benda gelê Kurd û raya giştî ye ku bi piştgiriyê re bersivê bidin berxwedanê.