BI DÎMEN

'PDK xiyanetê li berjewendiyên neteweyî dike; ji Enqereyê re dixebite'

Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Ahmet Refîk ji ANF'ê re axivî û diyar kir, dewleta Tirk dixwaze hêzên Başûrê Kurdistanê li hemberî Kurdên li Bakur û Rojava bi kar bîne.

Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Ahmet Refîk ji ANF'ê re axivî û diyar kir, dewleta Tirk dixwaze hêzên Başûrê Kurdistanê li hemberî Kurdên li Bakur û Rojava bi kar bîne.

Refîk da xuyakirin ku girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka biryara Parlamenta Başûrê Kurdistanê yan jî hikûmetê nîne û got, "Mixabin li Başûrê Kurdistanê hînê partiyek bi tenê dikare li ser navê tevahiya civakê biryarê bigire."

Refîk diyar kir, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka jî yek ji van biryaran e û destnîşan kir, ku PDK bi tena serê xwe van biryaran digire.

'PDK LI BERJEWENDIYÊN KURDAN NAFIKIRE, LI YÊN ENQEREYÊ DIFIKIRE'

Rojnamevan Refîk da xuyakirin, ku Hewlêr têkildarî PKK û Rojava biryarek li dijî polîtîkaya dewleta Tirk nagire û bang li hêzên Başûrî kir ku li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin û li cem gelê xwe cih bigirin.

Refîk got, "Îro dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê komkujiyê dike. Enfal û Helebçeyên nû dike. Ya ku Saddam Huseyîn kir, ya ku Beşar Esad dike û ya ku niha dewleta Tirk dike ji hev ne cuda ne. Girîng e partiyên li Başûrê Kurdistanê li pêşberî qewimînên li Bakur û Rojava bi berpirsyarî tevbigerin. Bi taybetî divê xwedî li destketiyên li Rojava derkevin û bi her awayî destekê bidin. Mixabin di vê mijarê de siyaseta dewleta Tirk giraniyê dide ser hin partiyan û ji ber hin tifaqanên xwe, PDK li dijî Rojava ambargoyê dimeşîne."

Refîk ev xal destnîşan kir: "Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, eger partiyeke ji bo berjewendiyên xwe yên partiyî li hemberî berjewendiyên neteweyî disekine, hingî ew partî xiyanetê li neteweya Kurd dike û ji aliyê dîrokê ve ti carî nayê efûkirin.

Rojnamevan Refîk destnîşan kir, ku siyaseta PKK'ê ya li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve tê pejirandin, lewma roj bi roj tevlîbûna li nava refên PKK'ê zêde dibe.

Refîk da zanîn, ku ji ber siyaseta şaş a hin partiyan, bi taybetî ya partiya PDK'ê, li herêmê valahî derketiye holê û ji ber ku ev valahî rast û bi siyaseta neteweyî nayê dagirtin, fobiyeke PKK'ê derketiye holê.

Refîk destnîşan kir ku PKK tevgereke şoreşger a nirxên neteweyî bi awayekî serketî diparêze ye, lewma divê hemû hêz xwe ji vê fobiyê rizgar bikin.