PDK’ê destûr neda 2 hunermendên jin derbasî Rojava bibin

PDKʹê nehişt hunermend Amal El Meslosî û Şadî Xelamî ku xwest beşdarî Festîvala Şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bibin derbasî Rojava bin.

Hêzên PDKʹê nehişt hunermenda Tunisî Amal El Meslosî û hunermeda Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xelamî derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Her du hunermendan xwest beşdarî Festîvala Şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bibin.

Diviya bû her du hunermend îro bigihîştana bajarê Kobanê, da ku sibe di roja sêyemîn de beşdarî festîvalê bibûna.