PDK'ê daxwaza Rojavayiyan a ji bo hevdîtinê red kir
Rayedarên PDK'ê nexwestin bi heyeta Rojava re hevdîtinê bikin. Li ser vê yekê Rojavayiyan daxuyaniyek dan û girtina deriyê sînor şermezar kirin.
Rayedarên PDK'ê nexwestin bi heyeta Rojava re hevdîtinê bikin. Li ser vê yekê Rojavayiyan daxuyaniyek dan û girtina deriyê sînor şermezar kirin.
Heyetek ji 6 kesan a bi navê "Welatiyên Rojava" hat avakirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bû û xwest li ser girtina deriyê sînor ê Sêmalka bi rayedarên PDK'yî re hevdîtinê bike. Lê belê ev daxwaza heyetê hat redkirin. Li ser vê yekê heyetê li deriyê sînor ê Sêmalka daxuyaniyek da çapemeniyê.
ji Meclîsa Gel a Girkê Legê Xesan Rustem daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, hêzên ewlekariyê yên PDK'yî pêşî li wan girtin. Rustem da xukyakirin ku wan xwestin nêrînên gelê Rojava yên li ser ambargoyê ji rayedaran re ragihînin û anî ziman, ew li bendê ne PDK daxuyaniyekê bide bê çima Deriyê Sînor girtî ye.
'DESTÛR JI ÇÛN Û HATINA SIVÎLAN RE NAYÊ DAYÎN'
Rustem astengiya li pêşiya derbasbûna birîndarên êrîşa Qamişloyê û nûçeyên bêbingeh ên televîzyonên ser bi PDK'ê şermezar kir. Rustem da zanîn, ku saziya bi navê ARD derman şandiye, lê ji bilî vê destûr nehatiye dayîn ku birîndar derbasî Başûr bibin.
Çalakiya gelê Rojava ya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka dewam dike.