Paylan bertek nişanî dijminahiya Erdogan û Davûtoglû ya li hember Ermenan da

Parlamenterê HDP’ê Paylan, bal kişand ku Erdogan û Davûtoglû Ermenan hedef nişan dide.

Parlamenterê HDP’ê Paylan, bal kişand ku Erdogan û Davûtoglû Ermenan hedef nişan dide.

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan, têkildarî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yên ku Ermenan dikin hedef daxuyaniyek da.

Paylan di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di civîna çapemeniyê ya Erdogan a di 3’yê Nîsanê li Enstîtuya Brookîng anî ziman de wiha got: “Ji beriya konferansa li Enstîtuya Brookîngsê, min nûnerên rêxistinên qanûnî û derveyî qanûnî yên “Pêkhateya Dewleta Parelel” dîtin. Ne tenê rêxistinên terorê yên li Tirkiyeyê, rêxistina ASALA ya Ermeniyan jî amade bûn, ev jî li wir bûn.”

Paylan bal kişand ser gotinên Davûtoglû yên ku 27’ê Sibatê li Bîngolê HDP hedef nişan da û bi îfadeyên: “Weke çeteyên Ermeniyan, bi Rûsyayê re hevkariyê dikin. Li Moskowê nûnertiyê vedikin.”

 ‘LI BAJARÊN DORPÊÇKIRÎNE WEKE DIJÛN BI KAR TÎNIN’

Paylan wiha anî ziman: “Serokkomar û Serokwezîr bi van gotinên xwe kêmenetewan ên wek civaka Ermenan hedef nişan dide. Bi van gotinên ‘Rêxistin” û ‘Çete’ dixwazin civaka Ermen krîmînalîze bikin. Paylan wiha berdewam kir: “ Li bajarên dorpêçkirî, me ji nivîsînê hêzên ewlekariyê yên li ser dîwaran jî dîtin ku gotina ‘Ermenî’ hê jî li Tirkiyeyê wek dijûn tê bikaranîn. Îfadeyên Serokkomar û Serokwezîr piştgiriya wan dike, cesaretê dide kesên ku Ermeniyan dikin hedef û tehdît dikin. Ez weke kesayetekî Ermen û hemwelatiyê Cûmhûryeta Tirkiyeyê Serokkomar û Serokwezîr şermezar dikim.”