Nûnerên KADEP, OSP, DDKD, Înîsiyatîfa Azadî, Koma Diyaloga Dîcle Firatê derbarê destnedayîna parlementerên BDP'ê de daxuyanî dan. Partiyan diyar kir ku, rakirina destnedayîna parlementeran dê Tirkiyeyê ber bi pêvajoyek tarî ve bibe û aloziya civakî dê derkeve holê.
Nûnerên partiyên Kurd ên wek Partiya Tevkar û Demokrasiyê (KADEP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Komela Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Înîsiyatîfa Azadî, Koma Diyaloga Dicle Firatê derbarê destnedayîna parlementerên BDP'ê de li avahiya rêxistina OSP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li darxistin.
Di civînê de rêvebêrên partiyan amade bûn. Li ser navê partiyan Serokê rêxistina OSP'ê Nusrettîn Maçîn daxuyanî xwend. Maçîn diyar kir ku, pêwîste destnedayîna parlementerên BDP’ê neyê rakirin.
Maçîn destnîşan kir ku, rakirina destnedayîna parlementerên BDP’ê dê bibe hewildanekî ji vekirina demokratîk ber bi vekirina antî-demokratîk û ev jî dê dê gelê Tirkiye û “Kurdistanê” ber bi pêvajoyek tarî ve bibe û wiha axivî: “Di sala 1994’an de mînakên ve çêbûn. Destnedayînên parlementerên Kurdan rakirin û girtin. Rêbaz bû sedema pêvajoyekî bi êş. Çawa ku heman rêbaz dê bibe sedemê dubare bûna pêvajoya bi êş, dê diyalogê ji holê rake û dê bibe sedemê kaosa civakî û bê huzûriyê. Ji bo sîstema parlementeriyê bi awayek demokratîk bixebite em partiya desthilatdar vedixwînin aqlê selîm.”