Parlementer Yildirim carek din şandin girtîgehê

Parlementer Yildirim carek din şandin girtîgehê

Li Mêrdînê 10 kesên ku di nav de Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim jî heyî piştî çalakiya birçîbûnê bidawî kirin rakiribûn nexweşxaneyê, piştî dermankirinê careke din şadin girtîgehê.

Serokê Odeya Tabîb ya Mêrdînê Kamîran Yildirim di daxuyaniya ku dayî rojnamevanan de bibîrxist ku, piştî çalakiya birçîbûnê bidawî bû 18 girtî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Yildirim ragihand ku, bigiştî rewşa wan ya tenduristî başe, di nav de Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim jî heyî 10 kes piştî dermankirinê şandine girtîgehê.

Yildirim aşkera kir ku, hêjan li nexweşxaneyê dermankirina 8 girtiyan didome.