Parlementer Sariyildiz bersiv da Erdogan

Parlementer Sariyildiz bersiv da Erdogan

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysel Sariyildiz ku ji doza KCK'ê hatiye girtin û ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, bertek nîşanî daxuyaniya serokwezir Erdogan a "Ev bi tevahî şow e. Li tu derê cîhanê cihê hiqûqa vê şovê tune' bi zimanekî hişk rexne kir û wiha got :"Em li gel sedan hevalên xwe di rêya mirinê de ne. Em dizanin ku bi şowê bêhiqûqê tune nabe. Lê em dizanin ku dê bi vê berxwedana xwe saltanata ku li ser vê bêhiqûqiyê hatiye avakirin hilweşînin. Em baş dizanin ku têkoşîna Xeyrî û Kemalan jî wisa bû.”

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Faysel Sariyildiz ku ji doza KCK'ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, , bi riya şêwirmendê xwe nameyek şand û bersiv da Serokwezîr Erdogan. Sariyildiz ku ji 15'ê Cotmehê heta niha di greva bêdem û bêdorveger de ye, anî ziman ku li gel hemû şerê taybet ê hikûmeta AKP'ê bi coş û serkeftinek mezin dimeşin.

Sariyildiz, bertek nîşanî helwesta Serokezîr Erdogan da û wiha got: "Coş û heyecana her ku diçe zêde dibe coşa derdora xwe jî zêde dike. Her ku beden dihile û zeîf dibe, moral, coş û hêvî bêtir mezin dibe û xurt dibe. Serokwezîr Erdogan li hemberî vê coş û heyeca kurdan hemû derfetên şerê derûnî bi kar tîne û êrîş dike. Em li hemberî van êrîşan qet nakevin zorê. Ji ber ku bi vê berxwedana gelê me di 30'ê Cotmehê de hemû qad vegeriyan serhildanê. Hikûmet li hemberî berxwedana gelê me tirsiya û veciniqî. Helwesta kesayetiya Serokwesîr a otoriter, li Almanyayê bi dawuyaniyê aşkere bûye. Ev daxuyaniya Erdogan a "Ev bi tevahi şov e. Li tu derê cîhanê cihê hiqûqa vê şovê tune" nîşaneya desthilatî û otoriyetê ye. Em li gel sedan hevalên xwe di riya mirinê dene. Em dê bi vê têkoşîna saltanata hikûmetê hilweşinin."

Sariyildiz, destnîşan kir ku Serokwezîrê Tirk Erdogan bi vê helwesta xwe vîn û rûmeta kurdan bi tiştekî nahesibîne û helwesta Erdogan a li hemberî nirxên kurdan zelaltir dibe û wiha got: "Ji bo ku em li dijî polîtikayên înkar û îmhayê yên hikûmetê û AKP'ê bibin mertal me bedena xwe da ber mirinê. Ger ku mrin pêk bê dê ev yek li ser rûpela Erdogna wekî deqek reş bimîne. Em û hevalên xwe yên din ku bedena xwe dane ber mirinê di heman odeyê de dimînin. Her ku em bedena xwe di ber daxwazê de xwe de dihilînin û li pêş mirinê dikin bend, coş û heyecan zêde dibe. Her çend beden lawaz û zeif bibe jî coş û heyecana derve bêtir mezin dibe. Berxwedana me dibe ku bedena me bibe mirinê. Ez bawer dikim ku bedema min u hevalên min dê agirê zindanan ê ku berxwedana gel geş dike bêtir geş dike û ronî bike. Em û hevalên xwe yên ji bo azadiyê bedena xwe dane ber mirinê bi ruhê serkeftinê hemû gelê xwe silav dikin."