Parlamentoya Iraqê wê ji 16 wezîran pêk bê

Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî îro navê kabîneya xwe ya nû pêşkêşî parlamantoyê kir. Parlamentoya Iraqê wê ji 16 wezîran pêk were.

Li parlamentoya Iraqê îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi dosyayekö kabîneya xwe ya nû ya  ji 16 wezîran pêk tê radestî Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî kir. 

Ebadî di parlamentoyê de li ser kabîneya xwe ya nû gotarek pêşkêş kir. Ebadî di axaftina xwe ya di parlamentoyê de, daxwaz ji parlamentoyê kir ku ji bo şêwazê kabîneya nû helwesta xwe nîşan bidın û got ku gelo hikûmetek siyasî dixwazın an ji teknokrat dixwazin.

Ji aliyê parlamentoyê ve jî hat pejirandin ku di nava 10 rojan de dengan têkîldarî kabîneya nû ya Heyder Ebadî bi kar bînin. 

Parlamentoyê li ser guhertinên di nava dezgehên hikûmetê de jî deng dan û ji bo diyarkirina postên ewlehiyê jî mehek dem diyar kir.

Di kabîneya nû ya Heyder Ebadî de guhertin di wezeta parastin û wezareta Karên Hundirîn de pêk nayê. Wê tenê 14 wezîr bêne guhertin.
Wê roja Şemiya bê jî parlamento dîsa bicive.