Parlamenterê Goran Faîk: Divê serok ji nava parlamentê bê hilbijartin

Parlamenterê Tevgera Goran Bestûn Faîk diyar kir ku divê erk û wezîfeya Serokê Herêma Kurdistana Federal bê bisînorkirin. Faîk destnîşan kir ku hilbijartina serok ji nava parlamentê, rêbaza herî rast e.

Faîk der barê mijarê de ji ANF'ê re peyivî û ev nirxandin kir:

"Weke Tevgera Goran, em rast dibînin ku herêm bi sîstema parlamenteriyê bê birêvebirin. Li gorî me, heta 20'ê Tebaxê derfetên hilbijartina serokatiyê nîne. Ji xwe komîsyonê jî daxuyaniyek di vî warî de da. Li gorî me ya rast ew e ku bi guhertina qanûnan re erk û wezîfeya serok bê bisînorkirin û serok ji nava parlamentê were hilbijartin.

Ji bo demokratîk be û hemû pêkhateya hembêz bike, divê destûra bingehîn a nû li gorî nêrîna partiyên siyasî yên li parlamentê, zanîngeh, rewşenbîr û derdorên din ên siyasî, were amadekirin. Destûreke bi vî rengî ya bingehîn ancax dikare her kesên li herêmê di nava xwe de vehewîne û demokratîk be."