Parêzvanê Erdogan li Amedê hat kuştin
Derket holê yek ji polîsên duh li Amedê hat kuştin, parêzvanê berê yê Serokkomarê Tirk Erdogan e.
Derket holê yek ji polîsên duh li Amedê hat kuştin, parêzvanê berê yê Serokkomarê Tirk Erdogan e.
Eşkere bû, polîsê tîmên taybet Necdet Alici ku di dema Serokwezîrtiya wî de parêzvaniya Erdogan dikir, tevî polîsên din ên tîmên taybet ji bo operasyonê, ji derve diçûn Amedê.
Li navçeya Amed Rezanê, di çalakiya bombeyî ya li hemberî servîsa polîsên tîmên taybet de duh gelek polîsên taybet hatin kuştin. Li gorî daxuyaniya fermî ya dewletê, di çalakiyê de 7 polîs mirin. Lê belê li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hejmara polîsên mirin e 20 e. Çalakî li hemberî du wesayîtên polîsan hat kirin û gelek polîs jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, ev polîsên hatine kuştin, ji bo operasyonê diçûn Amedê. Yekî ji van ê hat kuştin Necdet Alici ye ku di dema Serokwezîrtiyê de parêzvaniya Tayyîp Erdogan dikir.