Kordînasyona PAJK'ê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. PAJK'ê got, "Rojbûna Rêberê me ku tê wateya hilatina roja azad, di serî de li mirovê azad Rêbe Apo, li gelê me û hemû jinan pîroz be!"
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dîroka hemû gelan de hin rojbûn hene; mîna wê dîrokê bi xwe tê pênasekirin" û destnîşankirin, ku ev yek carna şoreşek e, carna peymanek e, carna jî gaveke biçûk yan jî gelek pêkanîn e.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di dîroka gelê Kurd de rojbûneke welê heye, ku temamiya van hemûyan e. Hem rojbûna gelê li dijî înkarê şer dike, hem rojbûna azadiyê ya jina hatiye kolekirin, hem jî rojbûna mirovê lêgerîna heqîqetê ya bê ziman hatiye hiştin. Rêber Apo diyar kir ku di jiyana wî de sê ji dayikbûn çêbûye; ya yekemîn; ji aliyê dayika Uveyş ve li ser xaka bi xêr û bêr a Rihayê hat kirin, ya duyemîn; hişyariya gelê Kurd bi du gotinên efsûnî ji xwa mirinê, ya sêyemîn jî; 'xwebûn' e ku ev hişyarî veguherî rastiya berxwedaneke mezin. Ji ber vê yekê hatina biharê li xwezaya Kurdistana axa mirî li ser hatibû reşandin, gerandina govenda biratiya gelan û strana azadiyê ya bi zimanê dayikê tê gotin e."
'ROJBÛNA RÊBER APO DI HEMAN DEMÊ DE ROJBÛNA JINÊ YE'
Rojbûna Rêber Apo di heman demê de rojbûna jinê ye. Ev rojbûna rastiya jinê ye, ku rastiya netewe û çîna destpêkê ya bindest berevajî kir, da dû azadiyê, berê xwe da çiyê, şer kir û bi şerkirinê re her zêde bû. Ev rojbûn roja hişyariya dîrokî ya jinê ye, ku ji çiyê herikî gund û bajaran, li qad û meydanan dengê azadiyê bilind kir û mîna dema neolîtîkê bû dengê azadî, ked û edaletê. Bi coşa vê vejînê re em hemû jinan silav dikin û bang dikin, mîna 8'ê Adarê û Newrozê, li hemberî Dehaqên zalim ên roja me ya azad esîr girtiye dakevin meydanan û bi şiyara azadiyê vê rojê bi bilindkirina têkoşîna berxwedanê re tacîdar bikin."
'EM NIRXÊN XWE YÊN AZADIYÊ LI ÇAR PARÇEYAN DIPARÊZIN Û AVA DIKIN'
Daxuyaniya PAJK'ê wiha dewam kir:
"Weke jin û gelê Kurd, li pêş çavên tevahiya cîhanê em nirxên xwe yên azadiyê li çar parçeyan, bi taybetî jî li Rojava û Bakur diparêzin û ava dikin. Em vê yekê bi derfetên kêm, bi vîna mezin a mirovan û bi bawerî û birdariyeke mezin dikin. Têkoşîna Rêberê me yê mezinkirina mirov û kirina xwedî nasnameya azad, bi sekna gel û milîtanên fedaî bersiva xwe dibîne û şênber dibe. Berxwedana me ya azadiyê ya her roj vediguhere rastiyên destanî, bi fedaîtiya bêteredût a şehîdên me, tê meşandin. Bi berxwedaneke mezin re, li hemberî hêzên dewletperest-desthilatdarîperest û li dijî êrîşên wan ên wehşî vediguhere tevgereke têk naçe. Rêber Apo dibêje 'Divê her yek ji we bibe rojek'. Rojbûyîn tê wateya mezinkirina hêviyê, xwedîkirina jiyana azad, pêşengtiya ji têkoşîna azadiya gel re ye. Ji xwe bi hezaran hevrêyên me yên di têkoşîna azadiyê de şehîd ketin, bûn îfadeya vê rastiyê. Têkoşîna me îro jî di berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me de bi Sêvêyan, Pakîzeyan û Mehmet Tûnçan re ronî dibe. Her yek ji van hevrêyên me, exlaq û wijdanê azadiyê ne.
'DIVÊ EM SÎSTEMA TECRÎDÊ BI BERXWEDANA XWE RE BIŞIKÎNIN'
Ji 4'ê Nîsana 2015'an û vir ve em bi ti awayî agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Weke gel û jinan, ji ber vê yekê em ji rewşa fîzîkî û tenduristiya Rêberê xwe bi fikar in û ev fikarên me roj bi roj mezin dibin. Bi ti awayî nayê hiştin ku bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em bi biryar in, bi têkoşîna berxwedanê ya gel û tevgera me re vê sîstema tecrîd û îzolasyonê bişikînin. Hem weke jinan hem jî weke gelê Kurd em azadiya xwe di nava azadiya Rêberê xwe de dibînin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û jinan dikin, ku heta sîstema esaretê ya li Îmraliyê were şikandin, têkoşînê bilind bikin.
'EM HÎNÎ DÎLGIRTINA RÊBE APO NEBÛN, EM Ê HÎN NEBIN'
Bi saya Rêber Apo em bûn xwedî destketî, xwedî hebûn û têkoşîna xwe. Em ti carî hînê dîlgirtina wî nebûn, em ê ti carî hîn nebin. Ji bo dawî li vê dîlgirtinê bînin em ê hêza xwe qat bi qat mezin bikin û ji bo bicihanîna hemû wezîfeyên xwe bikevin nava hewldanên bêdawî. Dîlgirtina Rêberê me dîlgirtina me jinan û gel e. Rakirina vê dîlgirtinê bi biserxistina têkoşînê, bi taybetî jî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dibe. Li ser vê bingehê, ji bo pêkanîna şoreşa azadiya jinê, ku Rêberê me jê re digot 'projeya min a nîvco mayî', em bang dikin ku berxwedan bê mezinkirin û wezîfeyên avakirinê bi xurtî bi cih werin anîn.
Em hemû şehîdên xwe yên li her devera Kurdistanê bi lehengî li xwe dan, xwe feda dikirin bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em careke din rojbûna Roja xwe pîroz dikin, di serî de jin û ciwanan bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku li hemberî qedexeyan dakevin qadan û çar aliyên Kurdistanê veguherînin qada azadî û berxwedanê."