PADÊ salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Meclisa Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi peyamekî nivîskî 38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir.

Meclisa Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi boneya 38'emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) peyamekî nivîskî ya pîrozbahiyê weşand. PADÊ di peyama xwe got; "Ên ku ketin ser rêka bîr û baweriyê ya Rêber Abdullah Ocalan û şehîd bûn; rêka keramet, şeref û namûsê nîşanê me dayî, şehîdên me yê leheng, bi rêzdariyeke pir mezin, em bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin."

'LI ZÎNCÎRA DESTANÊ XELEKEKE DIN ZÊDE BÛ Û LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ DESTANEKE NÛ HAT PÊŞXISTIN'

PADÊ got; "Destana nû ya dîroka Kurdistanê, biharbûyina gelê me, salvegera wê ya sîh û heştemîn yê damezrandina partiya me PKK; ji damezrênerê wê Rêber Apo, şehîdan, gelê kurd û dostanên wî re pîroz be. Ew destana ku hem tê jiyîn û hem jî tê nivîsandin; di sala du hezar û çarde, gihaşte qonaxeke nû. Li zincîra destanê xelekeke din zêde bû û destanekê nû li Çiyayê Şengalê hate pêşxistin. Em minetdarê rênîşanerê vê destanêne. Ên ku ketin ser rêka bîr û baweriyê ya Rêber Abdullah Ocalan û şehîd bûn; rêka keramet, şeref û namûsê nîşanê me dayî, şehîdên me yê leheng, bi rêzdariyeke pir mezin, em bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin."

' DI VÊ QONAXÊ DE CIHEKE WEKE ŞENGALÊ, PÎROZ KIRINA DAMEZRANDINA PKK’Ê PIR BI WATEYE'

PADÊ di dewama payama xwe de wiha jî ragihand; "Em qonaxeke girîng re derbas dibin. Di vê qonaxê de azadî û xweseriya Êzîdxanê û ya Kurdistanê wê bê mîsoger kirin. Di vê qonaxê de ciheke weke Şengalê, pîroz kirina damezirandina PKK’ê pir bi wateye. Ji ber bi hiş û ramanên PKK’ê civata Êzidxanê xwe nas kir û dike. Lewre ji her beşekê Civakên Rojhilata Navîn zêdetir; PKK partiyeke fikrî, çandî, exlakî yê civata me Êzidiyane. Bêguman PKK partiyeke gelane. Partiyeke têkoşer û xebatkarane. Bi van taybetmendiyên xwe dibe çavkaniya fikrî ji bo gelek partiyên siyasî. Em jî weke PADÊ ji fikir û ramanên PKK’ê sûd werdigrin û xwe di xeta siyasî ya gelan de xurtir dikin."

Meclîsa Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) di dawiya peyama xwe de wiha jî ragihand; "Her têkoşer û xebatkarê ku bi vî bîr û baweriyê têdikoşe re em serkeftinê dixwazin. Her bextreşî û kiryarên hovane ku di ser serê gelê me de tên gerandin, emê bi fikir û bîra ku PKK’ê afirandî, bibin bersiv. Di vê rêka pîroz de em hemû heval û hogirên xwe re serkeftinê dixwazin û dibêjin pêşeroj ya me ye."