Ozkan a YPJ'yî ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hat veşartin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Meryem Ozkan (Dîcle Gabar) bi merasîmeke bi beşdariya deh hezaran Kurdistaniyan re, hat veşartin.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Meryem Ozkan (Dîcle Gabar) a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li herêma Çiyayê Kizwanan di 5’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê ji Sîlopiyê anîn Cizîrê. 

Bi hezaran kes, ji bo pêşwazîkirina cenaze, danê sibehê li ser rêya rêya Yafesê civiyan Piştî ku konvoya cenaze ji Sîlopiyê gihîşt Cizîrê, li navçeyê bi deh hezaran kes herikîn ser rêyan û cenaze bi dirûşma "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Zêdebûna beşdariya jinan bal kişand û esnafên ku derabeyên dikanên xwe venekirin jî beşdarî merasîma cenaze bûn. 

Li kolana Yafesê welatiyên ku cenaze pêşwazî kirin dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê" berz kirin û dema ku gihîştin kolana Nisêbînê cenaze ji wesayîtê derxistin. Jinan êniya hinê girtin û darbest jî bi kevokên aştiyê yên plastîk, tula spî û alên YPJ’ê xemilandin û darbest hilgirtin ser milan. Girse ji kolana Nisêbînê bi meşê ve çû Goristana Asrî ya Cizîrê û bi sedan welatî jî li kolan û penceran de bi nîşaneyên serketinê piştgirî dan girseyê.

Li goristanê ji bo Ozkan merasîm hate lidarxistin. Di destpêkê de li ber sirûda 'Ey Reqîp' deqeyek rêz hat girtin. Piştre parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û diyar kir ku Meryem Ozkan a YPJ’î li dijî êrîşên qirêj ên li hemberî gelê kurd di rêya azadiyê de meşiya ye û li dijî zilmê şer kiriye. 

Piştî Sariyildiz dayika Ozkan, Emîne Ozkan axivî û diyar kir ku ku keça wê şehîda hemû gelê kurd e. Dayik Ozkan got: "Bila serê gelê Kurd û Serok Apo sax be, keça min ji bo gelê xwe canê feda kir. Ez ji hemû gerîla û YPG’î, YPJ’iyan re silavên xwe dişînim."

Piştî axaftinan jî cenazeyê Ozkan a YPJ’î bi dirûşma "Şehîd namirin" ve bi awayê li ala YPJ’ê pêçayî hat definkirin.