Ozgen: Divê bûyer ji hemû aliyan ve bê ronîkirin

Heyetên ku ji parêzvanên mafê mirovan û saziyên pişeyî pêk tên li cihê kesên di mîtînga HDP'ê de bûne armanca bombeyan de daxuyaniyek dan û gotin ku tê xwestin konsepta salên 90'î cardin têxin jiyanê.

Heyetên ku ji parêzvanên mafê mirovan û saziyên pişeyî pêk tên li cihê kesên di mîtînga HDP'ê de bûne armanca bombeyan de daxuyaniyek dan û gotin ku tê xwestin konsepta salên 90'î cardin têxin jiyanê. Serokê Giştî Yê KÊSK'ê Lamî Ozgen amaje kir ku AKP ji aliyêkî kaos derdixe, ji aliyê din ji dibêje 'Hêvî' ez im û xwest ku ev bûyer ji hemû aliyan ve bê ronîkirin.

Heyeta ji rêxistinên parêzvanên mafê mirovan, saziyên pişeyî û sendîkayan pêk tê, ji bo hin lêkolînan bikin hatin Amedê ku ev hefteyeke provokasyon û li hemberî gel êrîşên komên faşîst û kontra pêk tên. Heyet destpêkê çû Qada Îstasyonê ya di mîtînga HDP'ê de gelek kes bibûn armanca bombeyan û li vir daxuyaniyek da çepemeniyê. Endamên heyetê beriya daxuyaniyê gul danîn cihê qurbaniyên êrîşa bombeyî.

Piştre Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen li ser navê heyetê daxuyanî xwend. Ozgen bal kişand ku tê xwestin konsepta salên 90'î têxin jiyanê û got, "Maşik û tetikêş kî be bila bibe, ên ev kar kirine heman derdorin." Di berdewamê de Ozgen destnîşan kir ku beriya hilbijartinê AKP û Serokkomar bi zimanekî dijmintî û tundî êrîş li ser HDP'ê û xebatkarên wê kiriye, loma piştre ev êrîş pêk hatine. Ozgen, got ku bi van êrîşan dihate xwestin provokasyon werin afirandin lê bi saya aqlî selîm gelê Kurd hemû lîstik vala hatine derxistin.

Ozgen, anî ziman ku AKP û Serokkomar xwestine bi van êrîşan têkçûna xwe veşêrin û ji ber ku gel dersekî baş daye wan xwestine gel çavtirsandî bikin. Ozgen her wiha 3 endamên HDP'ê yên di 9'ê Hezîranê de ji aliyê çeteyên kontra ve hatine qetilkirin bibîr xist û got ku ev bûyer, kiryarên beriya darbeya 12'ê Îlonê tîne bîra mirov. Di daxuyaniyê de her wiha Ozgen got ku AKP ji aliyêkî ve hewl dide provokasyonan derxe û aliyê din jî xwe ji civakê re wekî hêviya rizgariyê dide nîşandan.

Piştî Ozgen, Serokê Komeleya Rojeva Mafê Mirovan Gunal Kurşun, jî axivî. Kurşun got ku divê teqez rê li pêşiya pêvajoya çareseriyê neyê girtin û xwest ku hemû êrîşên li Amed û deverên din baş were lêkolînkirin. Kurşun, di vê çarçoveyê de bang li Meclîsê kir ku tedbîrên baş bigire û wiha got: "Ev êrîş ti carî nikarin me ji rêya me vegerînin. Divê hemû kes derkeve pêşberî dadgehê û bên cezakirin"

NAVÊN KESÊN DI HEYETÊ DE CIH DIGIRIN WIHA NE:

Serokê Giştî yê TMMOB'ê Mehmet Soganci, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî yê TTB'ê Ozden Şener, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal, Serokê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkî Umît Firat, Serokê Komeleya Mafên Mirovan Gundem Gunal Kurşun, Serokê Komeleya Lêkolînên Mafên Mirovan Mehmet Salmanoglu, Endamê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Coşkun Ustercî û Nûnerê Rêxistina Efûya Navneteweyî Abdulmenat Gur.