Ozdemîr a ku polîsan qetil kir hate definkirin
Cenazeya Naciye Ozdemîr a 71 salî ku duh polîsan li Dersîmê bi wesayîta zirxî pê lê kir, li gundê xwe hate veşartin.
Cenazeya Naciye Ozdemîr a 71 salî ku duh polîsan li Dersîmê bi wesayîta zirxî pê lê kir, li gundê xwe hate veşartin.
Ji bo Naciye Ozdemîr (71) ku duh li qada Seyîd Riza a Dersîmê wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra ew eciqand, Yekîtiya Hêzan a Ji Bo Ked û Demokrasiyê li Kolana Sanatê li hev kom bûn. Di daxuyaniyê de ku Wekîlê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu jî amade bû, bi sedan kesî pankarta “Mesût Îlkbahar, Şukru Abay, Naciye Ozdemîr hatin qetilkirin. Qatil wê hesab bidin” vekirin û heta cih ku Ozdemîr hatiye qetilkirin meşiyan.
Hevseroka DBP’a Bajêr Hulya Yer di çalakiyê de axivî, got “ev ne qeza ye, encama konsepta şer a ku Qesr dide meşandine.”
Yer bi bîr xist ku di nav mehekê de li Dersîmê 3 sivîl hatine qetilkirin, wiha dewam kir; “Ev di şer de jî neqewimin. Şer jî xwedî pîvanekî ye, kes nikare dest jinan bide. Heta dayik qet nabe. Lê ev sîstem her roj dayikek, jinek, mirovekî me yê sivîl qetil dike.”
Piştî daxuyaniyê, bi demkurtî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Dûvre jî ji bo merasîma cenaze ya Ozdemîr ber bi navçeya Mazgêrdê ketin rê.
Cenazeyê Ozdemîr ku li Saziya Tiba Edlî ya Elezîzê karûbarên otopsiyê hatin kirin, anîn gundê Mastan ê Mazgêrdê. Wesayîta cenazeyê Ozdemîr tê de ji hêla bi dehan wesayîtan li ser Pira Seyîtlî hate pêşwazîkirin û ji bo helaltiyê anîn mala wê. Dûvre jî li goristan gund hate veşartin.
Hevserokê DBP’a Bajar Mûrat Polat jî got bûyer ne qeza ye, cînayet e.
Piştî axaftinê girse ji goristanê veqetiya.