Otobusek diyarî Dayikên Aştiyê hat kirin

Ji bo di kar û xebatên xwe de bikar bîne, otobusek diyarî Dayikên Aştiyê yên li Amedê hat kirin.

Ji bo di kar û xebatên xwe de bikar bîne, otobusek diyarî Dayikên Aştiyê yên li Amedê hat kirin.

Ji bo Dayikên Aştiyê yên Amedê di çalakî û xebatên xwe de bikar bînin, otobusek xwedî kapasîteya 27 rêwiyan, hat dayîn. Di merasîma radestkirina wesayîtê ya li Şaredariya Peyasê de endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Huseyîn Yilmaz, Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin, Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat û dayikên aştiyê amade bûn.

'JI BO DAYIKÊN DIN NEGIRÎN FEDEKARIYÊ DIKIN'

Endamê Meclîsa Partiyê Huseyîn Yilmaz li vê derê axivî û got, "Dayikên me ji bo aştî bê vê xakê bi şev û bi roj di nava hewldanan de ne. Ji bo tevkarî li van hewldanên wan were kirin, bi alîkariya Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin û Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya akat, welatiyekî/e me yê xêrxwaz wesayît diyarî dayikan kir. Ji bo dayikên xwe yên ku dilê wan şewitîne û tevî vê yekê ji bo dilê dayikên din neşewite di nava fedekariya ji bo aştiyê de ne, em çi bikin, kêm e."
 
'HETA EMRÊ ME TÊRÊ BIKE EM Ê TÊBIKOŞ IN'

Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran jî ji her kesên keda wan di vê xebatê de heye spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Di xebatên me yên ji bo aştiyeke bi rûmet de, wesayît wê karê me hêsan bike. Ji bo aştî bê vê xakê, heta emrê me têrê bike em ê têkoşîna xwe dewam bikin."