Operasyonên qirkirina siyasî:Li Şirnexê 7 kes hatin girtin
Li Şirnexê 7 kesên ku di dîrokên cuda de hatibûn binçavkirin hatin girtin, Sercan Kadirhan a beriya du rojan serbest hatibû berdan dîsa hate binçavkirin.

Li Şirnexê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Firat Bayar, Îsmaîl Gungen, Selîm Gungen, Hamît Îke, Bakî Sondak û 2 kesên ku navên wan nehate zanîn ku duh û pêr hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn di çarçoveya lêpirsînê de li Wanê hatibûn binçavkirin û hatin girtin.
Her wiha Sercan Kadirhan a roja Înê li Sêrtê hatibû binçavkirin û anîbûn Şirnexê, piştî îfadeya li dozgeriyê hatibû berdan, îro li Sêrtê careke din hate binçavkirin. Kadirhan piştî ji aliyê dozgerekî serbest hate berdan, ji aliyê dozgerekî din bi hinceta “di heman dosyayê de dibe delîlên nû hebin” ve biryara girtinê hate derxistin.
Di heman rojê de der heqê Kadirhan de hem biryara berdanê hem jî girtinê hate derxistin. Kadirhan, îro li Sêrtê hate binçavkirin û birin Edliyeya Sêrtê. Hate hînbûn ku Kadirhan wê li vir bi rêya SEGBÎS’ê dîsa îfadeyê bide.