Operasyona berfireh ya li sêgoşeya Amed-Mûş-Çewlikê hatiye destpêkirin didome. Di operasyonê de bombe û çekên tên bikaranîn ji gundên derdor tê bihîstin.
Li herêma navçeya Pasûr ya Amedê û Zozanên Şen yên Mûşê ji aliyê tîmên tevgera taybet yên cendirmeyan operasyonekî berfireh hate destpê kirin. Di çarçoveya operasyona ku helîkopteran jî piştgirî dayê ji demjimêrên sibehê ve liv û tevgerek ya hewayî heye. Gelek balefirên şer yên ji Amedê li pey hev radibin ber bi herêma operasyonê ve diçin.
Hate ragihandin ku, herêmên çiyayî yên navçeya Pasûrê ji aliyê helîkopteran ve hatin bombebaran kirin, ji bejahiyê ve jî tîmên Tevgera Taybet yên Cendirmeyan veguhestin herêma operasyonê. Hate îdîakirin ku, car carna li herêma operasyonê pevçûn rû didin.
Operasyona ku li sêgoşeya Amed-Çewlik-Mûşê hatiye destpê kirin jî didome, herêmên çiyayî bidijwarî têne bombebaran kirin. Di çarçoveya operasyona ku 3 roje hatiye destpêkirin de yekîneyên leşkeran sewqî herêmên Çiyayê Kozma û Zengok yên bajarokê Kizilagaç yê Mûşê kirin.
Hate hînbûn ku, di operasyona berdewam dike de veguhestina leşker, cerdevan û cebilxaneyê hatiye kirin û her wiha di operasyona li navçeya Pasûr ya Amedê û Mûşê de jî cerdevan beşdar bûne. Di operasyona li sêgoşeya Amed-Çewlik-Mûşê hatiye destpê kirin de dengê bombe û çekên tên bikaranîn ji gundên derdor tê bihîstin.