Operasyona li Qizilxaçê didome

Operasyona li Qizilxaçê didome

Operasyona li bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê duh destpê kir berdewam dike.

Operasyona duh li herêmên Zengok, Kup, Delav, Kavus, Dazîkom, Dellîke, Axçar û Çiyayê Kozmayê yên girêdayî bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê hatî destpêkirin berdewam dike. Ber bi herêma operasyonê ve şevê jî sewqiyata cerdevan, leşker û muhîmata leşkerî berdewam kir. Bi wesayîtên sivîl şevê muhîmata leşkerî ber bi herêma operasyonê ve birin û li gel vê yekê wesayîtên zirxî jî şandin herêmê.

Cerdevanên ji navçeya Pasurê ya Amedê anîn jî tevlî operasyonê dibin. Operasyona li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê destpê kir berdewam dike.