Operasyona li bejahiyên navçeya Farqînê ya Amedê ya ku tîmên taybet jî tevlî bûn 5 rojin berdewam dike.
Operasyona leşkerî ya ku tîmên taybet tevlî dibin ya li 5 roja li bejahiyên gundên Malaelîkê û Derîqamîqûrê yên navçeya Farqînê ya Amedê destpê kir berdewam dike. Li gorî agahiyên herêmê wesayîtên zirxî yên bi navê kîrpî yên di operasyonê de dihatin bikaranîn şevê din vegeriyan navçeyê lê cerdevan hêj li herêma operasyonê tên girtin.