Li Tikriyeyê nîqaşên ‘Ozal mir an jî hate kuştin’ nû ve geş bûn. Tirkiye ev 19 sale ji vê pirsê re bersiv nedît. Lê Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demek dirêj bû ku digot ‘Ozal hatiye kuştin.
Rêberê Gelê Kurd di hevdîtinek xwe ya meha cotmeha 2010 de bal kişand ser kuştina Serokkomarê berê Tûrgût Ozal û gotibû “Yekemîn kesê got 'Ozal hate kuştin' ez bûm”
Ocalan di vê hevdîtina xwe de gotibû; “:"Roja wê bi min re hevdîtin pêk bihata, Ozal hate kuştin. Yekemîn kesê got 'Ozal hate kuştin' ez bûm. Ew qonax, qonaxeke komployê bû. Kuştina Ozal li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd û li hemberî me, komployek bû. Tiştên niha pêk tên, dişibin komploya sala 1925'an."
Her wiha, Ocalan di mijdara 2010 de gotibû; “Ji ber ku Ozal rola xwe ya di pirsgirêka Kurd de ku Amerîkayê dabûyê pêk neanî, hat tesfiyekirin. Ewropayê jî nedixwest pirsgirêka Kurd çareser bibe, dixwest neçareseriyê kûrtir bikin. Ozal nemir hat kuştin.”
HATÎP DÎCLE: OZAL EM ŞANDIN LIBNANÊ, PAŞÊ HATE KUŞTIN
Her wiha, Parlementerê BDP’ê yê Amedê Hatîp Dîcle yê ji doza KCK’ê hatiye girtin, di 59’emîn rûniştina doze ya 5’ê cotmeha 2012 li Amedê pêk hat de bersiv da îdîayên ku dibêjin “Dîcle salên 90’an çûye Qendîlê” û gotibû; “Ez di sala 1993 de parlementer bûm. Rehmetî Tûrgût Ozal ji bo pêkhatina agirbestê em şandin Libnanê cem Birêz Ocalan. Rojek piştî em çûn Libnanê Ozal hate kuştin."