'Ocalan gelê Rojava şiyar kir'

Kobaniyê bi navê Nebî got ku berxwedêrên Kobanê niha bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe didin û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê yekîtiya gelê Kurd pêk aniye.

WelatiyÊ Kobanê Hecî Mişo Nebî yê ku temenê xwe 80 salî ye, der barê avakirina bajarê Kobanê, derbasbûyîna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Kobanê de axivî. Nebî got ku berxwedêrên Kobanê niha bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe didin û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê yekîtiya gelê Kurd pêk aniye.

Berxwedana Kobanê di roja 150. de didome. Kobanê navê xwe li tevahiya cihanê bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Her wiha hemû kesî digot ku Kobanê bajarekî ew qas biçuk çawa dikare li hemberî çekên ew qas giran berxwe dide? Bingeha berxwedana Kobanê herî zêde bi welatiyên Kobanê ve tê zanîn û cewhera hêza têkoşînê ew dizanin baş bi anîn ziman. Welatiyê bi navê Hecî Mişo Nebî (80) jî der barê avakirina Kobanê û heta îro şînbûna tevgera azadiyê û berxwedana Kobanê de axivî û got ku dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî Rojavayê Kurdistanê fikr û ramanekê kûr çandiye û niha ew fikr li berxwedana Kobanê xwe dide xuyakirin.

Nebî got ku bajarê Kobanê destpêkê li derdora girê Kaniya Kurdan hatibû avakirin û wiha axivî: “ Li derdora Kaniya Kurdan bi sedan kanî hebûn. Li gundan û gelek cihên din gelê me kombûn û bajarê Kobanê bi vî awayî hat avakirin. Di nava Kobanê de wê demê eşîrkanê hebû lê piştî ku tevgerên kurd derketin holê ew eşîrkanê di nava gel de xelas bû. Her wiha piştî tevgeran, gelek dibistan hatin vekirin û mirovên xwendekar zêdebûn di nava Kobanê de û gel bi van kesan ve ronî bû. Mirovê xwende kûr difikire û bi qewmê xwe xwedî derdikeve.”

'GELÊ KURD LI ERDNÎGARIYA XWE GIRTÎ BÛ'

Der barê polîtîkaya Hafiz Esad de jî Nebî got ku armanca wan jihevkirina gelê kurd bû axaftina xwe wiha domand: “ Hafiz Esad di nava gelê kurd de dendikên nîfaqê çandin. Fesadî di nava gel de belav kir û gelê me li hevdû rakir. Gelê kurd di nava erdnigariya wan de dixist girtîgehê. Bi armanca xwe ve gelê kurd paş ve dibir. Yên ku li hemberî vê polîtikayê radibû jî dihat girtin û gelek kes di zindanên wan de jiyana xwe ji dest dida. Dixwest ku gelê kurd ji wan re xulamtiyê bike. ”

Welatiyê Kobanê Nebî got ku gelê kurd her tim di eniyên şer de ji bo dewletên cuda şer dikir lê di cihanê de ti kesî Kurd nas nedikirin û wiha pê de çû: “ Cihanê Lîbya nas kir, Qatar nas kir, Lubnan nas kir lê ti kesî gelê Kurd qebûl nekir. Ji ber ku xwendevanên me kêm bûn. Lê niha bi tevahiya cihanê nas dike çima? Ji ber ku hemû taht û zinarên me bi xwîna şehîdên me hatin şuştin.”

'GELÊ KOBANÊ JI RÊBER APO HEZ DIKIR'

Der barê çûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî Nebî got ku hatina Ocalan geşbûnek da Rojavayê Kurdistanê û tevgera azadiyê û got: “Gelê Rojava gelek jê hez dikir. Ji ber ku dema ku diketin nava gel de bi gel re dixebitin. Zanebûna xwe bi karê xwe ve gelê xwe dide fêmkirin. Dema ku xwendekarek dest bi Qur’anê dike yekemîn elîf bê destpê dike, piştre cuza emme û hwd. herî dawî Qur’anê xitim dike. Rêber Apo jî hêdî hêdî rastiya gelê Kurd û feraseta neteweyî bi gel da zanîn. Dema ku rêber Apo ji Suriyeyê derketî ti dewletan qebûl nedikir ji ber ku ramanekê kûr û mezin hebû dewletan nikaribû rakiriba.”

'ÎRO KOBANÊ BÛYE WARÊ BOTANÊ'

Der barê tevgera azadiyê de Nebî got ku ev 40 sal e li ber xwe dide û axaftina xwe wiha dewam kir: “Şervanên Apoyî îro jî li ber xwe didin. Heta niha li Botanê bû şer lê niha Kobanê ye navê şer. Botan û Kobanê cih guherandiye û Kobanê bû Botan. Heta niha yekitiya me jî nebû lê niha Gerîla û Pêşmerge heman cih de şehîd dikevin. Em êdî li xwe xwedî derdikevin û pişta me çêbû. Çawa ku di nava malekê de hemû kes tifaq nebe ti car nikare serbikeve gelê kurd jî heta nebe yek ti caran ser nakeve.”

'BERXWEDANA KOBANÊ RUHÊ NETEWEYÎ DERXIST HOLÊ'

Nebî da zanîn ku bi şoreşa 19 Tîrmehê re li Rojavayê Kurdistanê gelek tişt hatine guhertin û pêngava 19 Tîrmehê wiha destnîşankir: “Piştî 19 Tîrmehê li rojava hêza leşkerî hat avakirin. Her wiha dibistan, nexweşxane û hwd. hatin vekirin. Ev tişt bi tena serê xwe gelek tişt afirandin. Di berxwedana şervanên YPJ/YPG’ê de jî gelê kurd ruhê netewebûnê, ruhê qewmîtiyê hat afirandin. Her çiqas em hatibin koçberkirin jî ji ber ku şervanan bi têkoşîna xwe ve em bi cihanê dane nasîn û me zanî ku em qewmekîn ez pir kêfxweş im.”

Welatiyê Kobanê Nebî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Di nava dilê ciwanên YPJ/YPG’ê de berxwedan hatiye çandin. Dibîne ku zilm li gelê wan tê kirin. Van ciwanan heqîqeta xwe fêm kirine û li berxwe didin. Ez silavên xwe li hemû şervanên PKK’ê, YPJ/YPG’ê, Pêşmerge re dişînim.”