Ocalan: Em ê rojbûna Rêbertiya xwe pîroz bikin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan got; "Çi dibe bila bibe em ê sibehê li vê derê li gel mêvanan û gelê Amarayê rojbûna Rêbertî û gelê Kurd pîroz bikin."

Qedexe û hewldanên astengkirinê yên li hemberî kesên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo 67'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin berê xwe dane Amarayê berdewam dike. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku ew ê li gel qedexe û astengiyan jî rojbûnê pîroz bikin. Ocalan bi bîr xist ku di salên borî de pîrozbahiyên li Amarayê di nav coş û aramiyê de hatiye pîrozkirin û wiha axivî: "Dorpêçkirina Amarayê nayê qebûlkirin. Rêbertiya gelekî heye û gel jî dixwaze roja hebûna xwe pîroz bike. Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, Rêberê hemû alîgirên demokrasiyê ye. Çi dibe bila bibe em ê li gel mêvanên ku hatine Amarayê û bi gelê Amarayê re rojbûna Rêbertiyê û gelê Kurd pîroz bikin."

Ocalan herî dawî bang li her kesî kir ku berê xwe bidin Amarayê û tevlî pîrozbahiyê bibin.