Nûçegihanên DÎHA’yê hat binçavkirin
Çeteyên Qesrê li Hezexê bi ser mala mewlûdê de girtin û nûçegihanên DÎHA’yê Suheyla Ozlem û Mahsum Molak û 3’ê melê ku çûbûn mewlûdê binçav kirin.
Çeteyên Qesrê li Hezexê bi ser mala mewlûdê de girtin û nûçegihanên DÎHA’yê Suheyla Ozlem û Mahsum Molak û 3’ê melê ku çûbûn mewlûdê binçav kirin.
Çeteyên Qesrê avêtin ser navenda çandê ya Şaredariya Hezexê. Di navendê de lêgerîn dewam dike. Di serdegirtinê de nûçegihanên DÎHA’yê Suheyla Ozlem û Mahsum Molak û hevserokê MEYA-DER’ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît û 2’ê meleyê ku çûbûn mewlûdê hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên ku hatin binçavirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Di Navenda Çande de legerîna Çeteyên Qesrê berdewam dike.