Nûçegihanên DÎHA'yê anîn edliyeya Nisêbînê

Nûçegihanên DÎHA'yê Meltem Oktay û Ûgrû Akgul ên li Nisêbînê di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin, anîn edliyeya Nisêbînê.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê nûçegîhanên DÎHA'yê Meltem Oktay û Ûgûr Akgul, di 12'ê Nîsanê de li Taxa Çatalozuyê di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve ve hatibûn binçavkirin û derbkirin. Piştî lêgerînên li mala nûçegîhan lê diman, ew şandin Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê. Her wiha duh jî dema Oktay û Akgul şandin dozgeiryê, bi hinceta ku "Cihê dadgehê ne ewle ye" îfadeya wan nehat girtin.

Îro careke din nûçegîhanên DÎHA'yê Oktay û Akgul sewqî dozgeriyê kirin.