Nûçegihanê DÎHA’yê Bîlal Gulden hate girtin

Nûçegihanê DÎHA’yê Bîlal Gulden ji aliyê dadgeha nobedar ve hate girtin. Jimara nûçegihanên DÎHA yên hatine girtin gihişte 9’an.

Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) duh li Êlihê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye" hatibû binçavkirin, sewqî Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê ya Mêrdînê hate kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Nûçegîhanê DÎHA'yê Bîlal Guldem sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgeha nobedar jî nûçeyên ku Guldem çêkirine pirsîn û nûçe wekî delîlên girtînê nîşan dan. Dadgeha Nobedar bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê” der barê Bîlal Guldem de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Mêrdînê.

Heta niha li gel Guldem nûçegihanên DÎHA'yê yên hatine girtin derket 9'an. Nûçegîhanên DÎHA'yê yên girtî ev in: Nedim Oruç, Nûrî Akman, Nazim Daştan, Feyyaz Îmrak, Mazlûm Dolan, Ziya Ataman, Meltem Oktay, Mûhammed Dogru, Bîlal Guldem.