Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê koma ji Den Haagê ve tê meşandin

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê tê meşandin, li gel hewa sar jî dewam dike.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê tê meşandin, li gel hewa sar jî dewam dike.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji aliyê 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî' ve li bajarê Fransa Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê hat destpêkirin, bênavber dewam dike. Çalakiya ku di hefteya 138. de ye, ve hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên bi navê Alî Dogan, Bulent Îla, Serkan Eser û Bêrîvan Şînû yên ji bajarê Hollanda Den Haagê hatine ve, tê meşandin.

Çalakger her roj bi dehan kesî re diyalogê datînin û der heqê çalakiya xwe de agahiyan didin. Çalakgeran gotin, "Ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî em li vê derê ne. Armanca me ya bingehîn azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan e. Jİ ber ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe. Heta Rêberê me azad nebe, Kurdistaneke azad ne pêkane. Heta encamekê jê bigirin em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Endamên komê, çalakvanên meşa dirêj a ji sê baskan ve ber bi Strasbourgê dimeşin silav kirin û anîn ziman ku ew bi heyecan in ku wê meşvanên sê baskan pêşwazî bikin. Çalakvanan bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kirin, ku di 14'ê Sibatê de beşdarî çalakiya protestoyî ya li Strasbourgê bibin.

Çalakgeran her wiha serketina Kobanê û pêngava azadiyê ya Rojava silav kirin. Çalakgerên nobeda azadiyê diyar kirin ku li Rojhilata Navîn yekane hêza li dijî DAIŞ'ê şer dike PKK ye û bang li dewletên Ewropayê kirin ku navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin.

Di nobeda azadiyê de, ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, heta niha gelek hunermend, nûnerên saziyên baweriyan, xebatkarên çapemeniya azad û Ewropiyên dostên Kurdan cih girtin. Ji bo kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî jî 21 hezar îmze hatin komkirin, bi hezaran broşur û belavok hatin belavkirin.