Nivîskarên Kurd: Li dijî komployê me rola xwe nelîst!
Nivîskarên Kurdan dan xuyakirin ku li dijî komploya di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin wan nekarî rola xwe bilîzin û rexnedayîna xwe kirin.
Nivîskarên Kurdan dan xuyakirin ku li dijî komploya di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin wan nekarî rola xwe bilîzin û rexnedayîna xwe kirin.
Nivîskarên Kurdan dan xuyakirin ku li dijî komploya di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin wan nekarî rola xwe bilîzin û rexnedayîna xwe kirin. Nivîskaran xwestin, dîlgirtina Ocalan êdî neyê qebûlkirin û diyar kirin ku ew ê ji niha û pê ve berpirsyariyên xwe bicih bînin.
Nivîskaran der barê Komploya 15’ê Sibatê de nêrînên xwe ji ANF’ê re anîn ziman.
ZAL: GUNEHÊ ME HEMÛYAN HEYE
Xwediyê Weşanên J&J, Rojnamevan Nivîskar Azad Zal: Komploya 15’ê Sibatê hêza berxwedanê ya gelê Kurd derxist holê, her kesî ev qebûl kir. Di dema komployê de rûmeta tevahiya Kurdên li çar aliyên cîhanê hat binpêkirin û temamiya Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dan. Xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd çavê dijminê Kurdan tirsand. Lê belê tevî potansiyeke ewçend mezin a gel, çima em nikarin Rêberê xwe ji mercên dîlgirtinê azad bikin? Li çar aliyê cîhanê dostên kurdan, ji Misirê heta Afrîkayê rewşenbîr û nivîskar komployê şermezar dikin, lê rewşenbîrên Kurd li ku ne? Em, yên ji xwe re dibêjin rewşenbîr û nivîskar in li ku ne? Çima em şert û mercên dîlgirtina Rêberê xwe qebûl dikin? Yan jî daxuyaniyên rewşenbîrên Kurd çima bandorê nakin?
Di dewamiya dîlgirtina Rêbertiya xwe de gunehê me hemûyan heye. Guneyê siyaseta me ya legal jî heye. Şervanên me di serî de bi têkoşîna xwe ya li dijî Komploya 15’ê Sibatê re nîşan dan ku ew garantiya jiyanê ya gelan e. Di vî warî de pirsgirêk nîne. Lê yên divê dîlgirtina Rêbertiya me qebûl nekin û ji gel û cîhanê re ragihînin, xetimîne. Çima rewşenbîrekî Kurd ranabe nabêje ‚Em dixwazin Rêberê xwe bibînin?‘ Rêberê me jî nivîskarekî mezin e. Mafekî bi vî rengî yê nivîskaran heye, lê çima daxwaz nîne? Ji ber ku ez jî li vê qadê me dibêjim, nivîskarên me tirsonek in! Tirsonek maeşên xwe ji dewletê digirin, lê di romanên xwe de têkoşîna PKK’ê dinivîsînin. Gelek ji nivîskarên Kurd karmend in; lewma 'Rêberê gelekî li zîndanê ye, nikare bêje divê tavilê azad bibe'.
'DIVÊ REWŞENBÎR Û NIVÎSKAR DÎWARÊN TIRSÊ HILWEŞÎNIN'
Ji bo berxwedana Kobanê saziyên Kurdan bi mehan li ser sînor nobed girtin lê çima rewşenbîr û nivîskarên Kurd li wir nebûn? Pêwîste rewşenbîr û nivîskarên me êdî dîwarên tirsê hilweşînin.
YILMAZ: BIRÊZ OCALAN 'STASYONA AŞTIYÊ' YE
Nivîskar Mehmet Yilmaz: Em Komploya 15'ê Sibatê ji bo rewşenbîrên Kurd û cîhanê weke travmayekê dibînin. Beriya her tiştî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan xwedî cihêrengiyekê ye. Ew jî nivîskarekî fîlozof e. Di berhemên xwe de pirsgirêkên felsefî, wêjeyî, civakî û siyasî ji kûrahiyê ve dinirxîne. Her wiha xwedî mîsyoneke Rêbertiya gel e. Çerxa cîhanê îro ji wijdan û exlaqê bêpar e. Rewşa ragirtina Birêz Ocalan di mercên dîlgirtinê de, wijdanê me hemûyan diêşîne. Bi komploya navneteweyî re dîlgirtina Rêberekî bi vî rengî û ragirtina 16 salan li Girava Îmraliyê, ji aliyê exalî û wijdanî ve nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan 'Stasyona Aştiyê' ye. Rayedarên dewleta Tirk jî li vê mukur tên. Em weke rewşenbîr û nivîskarên Kurd aliyê şer mirin û kaosê nînin, lê belê ragirtina Rêberê gelekî ewqas salan şerm e. Li hemberî vê ragirtinê divê em rewşenbîr û nivîskar êdî bi berpirsyariya xwe rabin. Pêwîste em bi vê şermê bi vê bêwijdaniyê re nejîn.
KANAT: EM BIPEJIRÎNIN WÊ DÎROK HESABÊ JI ME BIPIRSE
Siyasetmedar-Nivîskar Abdullah Kanat: Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd bi tena serê xwe hovîtiyeke. Divê rojekê bi tenê jî ev dîlgirtin neyê qebûlkirin. Ragirtina 16 salan di hucreyekê de hovîtîyeke. Yên bi komploya navneteweyî re lîderê gelê Kurd dîl girtin, gelo ji kîjan kêmasiya gelê Kurd sûd wergirtin? Di vir de kêmasiyên me çi ne? Divê ev baş were analîzkirin. Rewşenbîran heta niha bi têrkerî berpirsyariyên xwe bicih neanîn. Lê êdî divê bi vê berpirsyariyê re pêşengiyê ji gel re bikin. Wezîfeyên rewşenbîr bikin diyar in. Kî rewşa ragirtina Oalan bipejirîne jî, pejirandina rewşenbîran-nivîskaran ti carî nayê qebûlkirin. Di rewşeke berevajî de wê dîrok hesabê ji me bipirse.
ARSLAN: DIVÊ EM REXNEDAYÎNA XWE BIDIN
Nivîskar Remziye Arslan: Birêz Ocalan li gel rêbertiya gel xwedî mîsyoneke nivîskariyê ye. Xwedî nasnameya nivîskarekî ye ku di beşeke mezin a jiyana xwe de gel ronî kiriye. Lê belê, gelo ji bo şert û mercên ragirtina Birêz Ocalan bikeve rojeva raya giştî ya cîhanê, em bi berpirsyariyên xwe rabûn? Mixabin, na. Divê em der barê 16 salên mercên dîlgirtinê de rexnedayîna xwe bidin û ji niha û pê ve ji rewşenbîran destpê bikin û dîlgirtina Birêz Ocalan bixin rojeva raya giştî ya cîhanê. Ji bo vê jî divê em tavilê mekanîzmayan ava bikin. Vê yekê jî weke deynê xwe dibînim û rexnedayîna vê dikim. Dem hatiye ku êdî sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin.