Nisêbînê psîkolojiya dewletê têk bir
Piştî ku çawişekî pispor berî çend întixar kir, ji GATA'yê psîkiyatr ji bo demekê li navçeyê hatin wezîfedarkirin.
Piştî ku çawişekî pispor berî çend întixar kir, ji GATA'yê psîkiyatr ji bo demekê li navçeyê hatin wezîfedarkirin.
Berxwedana Nisêbînê, psîkolojiya hêzên dewletê têk bir. Tîmên taybet ên li Nisêbînê terorê li gel dikin, lê li pêşberî berxwedana YPS/YPS Jinê her têk diçin, ji aliyê psîkolojîk ve pirsgirêkên giran dijîn. Ji bo tedawîkirina van pirsgirêkên derûnî yên tîmên taybet, ji GATA'yê psîkiyatr hatin şandin.
Hêzên taybet ên AKP'ê yên ji berxwedana YPS/YPS Jinê derbên giran dixwin, roj bi roj têk diçin. Hat ragihandin, hin tîmên taybet ên ji YPS'ê xilas bûn, întixar kirine. Herî dawî çawişekî pispor berî çend rojan întixar kir. Li ser vê yekê ji GATA'yê psîkiyatr ji bo demekê li navçeyê hatin wezîfedakirin.
Li Nisêbînê, piştî ku komeke fermandarên hêzên Tirk ên êrîşên li Nisêbînê bi rê ve dibirin hatin kuştin, erk ji walı hatibû stendin û radestî leşkeriyê hatibû kirin. Tevî hemû êrîş û terorê jî hêzên dewletê nikarin bi pêş de biçin.