Newroz li Toulouse hat pîrozkirin
Kurd û dostên Kurdan ên li bajarê Fransa Toulouse dijîn, cejna Newrozê pîroz kirin.
Kurd û dostên Kurdan ên li bajarê Fransa Toulouse dijîn, cejna Newrozê pîroz kirin.
Li bajarê Başûrê Fransayê Toulouse, Navenda Civaka Demokratîk, Komeleya Elewiyan a Demokratîk û Koordînasyona HDP'ê ya Toulouse pîrozbahiyeke Newrozê organîze kirin. Pîrozbahiya li meydana Capitolê, tevî baranê jî bi beşdariya gelek kesî pêk hat.
Çalakiyê saet di 16'an de destpê kir û axaftina destpêkê li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Borrîs Van kir. Van bi gotina "Newroz pîroz be" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd ê li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe dide, cih digirin.
Li ser navê Partiya Nû ya Antîkapîtalîst Jean Robîn jî Newroz li Kurdan pîroz kir. Robîn da xuyakirin ku ragirtina PKK'ê di lîsteya 'terorê' ya Ewropayê de, şerma Ewropayê ye.
Di pîrobahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê hat xwendin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Di pîrozbahiyê de Koma Herdem, Çetîn Zîlan, Ozan Rêber û Rojda Bîter derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.