Newroz li Danîmarkayê hat pîrozkirin

Li Danîmarkayê pîrozbahiya destpêkê ya Newrozê li bajarê Aalborg ê herêma Bakurê Jutlandê pêk hat.

Li Danîmarkayê pîrozbahiya destpêkê ya Newrozê li bajarê Aalborg ê herêma Bakurê Jutlandê pêk hat.

Pîrozbahiya ku Kurdên ji Anatoliya Navîn û hemû parçeyên Kurdistanê lê amade bûn, li Komeleya Çanda Kurd a Anatoliyê ya Aalborgê pêk hat. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, FEY-KURD; Nudem.dk, Navenda Çanda Kurd a Horsensê, PYD, PJAK, Fokus-A û Komeleya Jinên Kurd destek dan pîrozbahiyê.

Di pîrozbahiya ku piraniya beşdaran kincên neteweyî li xwe kiribûn de, li ber xwendina sirûda Ey Reqîb deqeyek rêz hat girtin.

Di pîrozbahiyê de nûnera PYD'ê Hanîfe Heval, nûnerê YNK'ê yê Danîmarkayê Aştî Sîndî, nûnerê PDK'ê yê Aalborgê Ahmad Khanî, encumanên Şaredariya Aalborgê Nûredîn S. Huseyîn, Lasse P.N. Olsen jî amade bûn.

Nûnera PYD'ê Hanîfe Heval di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser rola jinê di têkoşîna rizgariya neteweyî de û tevî lehengiya jinên Kurd a di berxwedana li Kobanê de, perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot.

Aştî Sîndî jî diyar kir ku têkoşîna Kurdistaniyan a li hemberî DAIŞ'ê nasnameya neteweyî li hemû parçeyan xurt kiriye.

Ahmad Khanî anî ziman ku Kurd yekîtî û yekîtiya hêzê li hemû parçeyan bi kêfxweşî pêşwazî dikin û bal kişand ser girîngiya Kongreya Neteweyî.

Ji Partiya Sosyal Demokrat encumenê Şaredariya Aalborgê Nûredîn S. Huseyîn da xuyakirin ku ew bi xwe ji Somalî ye, lewma baş dizane ku şer çiye. Huseyîn anî ziman ku mafê gel heye ku xwe îfade bike û terora çeteyên DAIŞ'ê ya li Kurdistanê şermezar kir.

Ji Partiya Yekîtiya Sor-Kesk (Enhedslisten) encumenê Şaredariya Aalborgê Lasse P.N. Olsen jî got "Newroz pîroz be" û anî ziman ku weke partî ew destekê didin Kurdan.

Pîrozbahiyê bi stranên Beytocan, Ferhad Çîlo, Dilyar Ebdo, Zanyar Dargrî, Koma Nûcan (Govend), Dogan Bîçen û bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.