Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê Leyla Akcan, Emîne Mamu û Z. Tugce Ercan ku tevlî cenazeyê Ekrem Kaçeroglu yê 19’ê Îlona 2014’an jiyana xwe ji dest dabû, bûn bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ lêpirsîn da destpêkirin. Jinan da zanîn ku doz nîşan dide ku hiqûqa heyî çawa li dijî Kurdan pêk tê.
7’ê Îlona 2014’an li Taxa Doganlar a navçeya Bornovaya Îzmîrê, Ekrem Kaçeroglu yê tevlî çalakiyên piştevaniya Kobanê bû ji aliyê komeke faşîst ve bi çekê hat birîndarkirin û piştre li ber çavên polîsan bi deqeyan hat lînçkirin û qetilkirin. Kesên ji doza Kaçeroglu hatin darizandin piştî demekê hatin berdan. Ligel ku qeydên kamerayê de hat dîtin ku Kaçeroglu ji aliyê sedan kesî ve hatiye qetilirin û vegotinên şahidan jî li şûna ku doz li kujeran bê vekirin, li sê jinên ku tevlî cenazeyê Kaçeroglu bûn doz hat vekirin. Danişîna doza hatiye vekirin 6’ê Gulanê li 7. Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê pêk tê.
Leyla Akcan, Z. Tugçe Ercan û Emîne Mamo ku doz lê hatin vekirin ji ANF’ê re axivîn.
TEVLÎ MERASÎMA CENAZEYÊBÛYÎN ‘PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ YE’
Leyla Akcan got ku roja cenazeyê ligel hevsera Kaçeroglu bûye û got: “Li aliyekî jineke ku hevserê xwe winda kiribû li aliyê din jî zarokên bavê xwe winda kiribûn. Roja cenazeyê travmayeke mezin a psîkolojîk li ser malbatê kir. Em ligel malbata Kaçeroglu bûn. Em tevlî meşê bûn heta goristanê. Meşek girseyî bû. Nêzî hezar kesî tevlî bibûn. Doz li me hat vekirin. Ji ber ku me dirûşm berz kiriye, propaganda kiriye doz li me hat vekirin.
COTSTANDARTÎ HEYE
Akcan wiha berdewam kir: “Dema ji bo lêpirsînê çûm îfadeyê dozger bi fikar bû. Weke ku min ji sûcekî giran didarizîne, tevgeriya. Ez matmayî mam. Dozger ji derveyî mijarê pirs girsîn. Got, ti ji kîjan partiyê ye. Endamê kîjan partiyê yî. Nav ji min xwestin. Got kê hûn birine cenaze.”
Akcan diyar kir ku di rojên borî de Firat Yilmaz Çakiroglu yê di bûyerên Zanîngeha Egeyê de jiyana xwe ji dest da bi hezaran kes tevlî cenazeyê wî bûne û got: “Wan kesan jî dirûşm berzkirin. Heta êrîşî derdorê kirin. Çima kes li van dozê venake. Em tenê tevlî cenazeya hevalê xwe bûn. Cuda nêzî me dibin. Cotstandartî heye.”
DEMA MIJAR KURD BÛN EDALET NE BÊ ALÎ YE
Emîne Memo jî got ku dema îfade daye polîs rastî pirsa ti endamê kîjan rêxistinê ye hatiye û got: “Polîs ji min re got ku ti bi talîmata kê tevlî bû? Mehek berê Nîhat Kazanhan hat kuştin û der barê kesî de lêpirsîn nehat vekirin. Ulkuciyekî ku ji birîndarkirina kes sabiqeya wî heye tê kuştin wek qehreman tê îlankirin. Dema Kurd mijara gotinê bin edalet ne bê aliye.
LI ZORA MIN ÇÛ
Z. Tugçe Ercan jî ku îfade da Midûriyeta Polisan a Îzmîrê diyar kir ku polîs merasîma cenazeyê wek çalakî bi nav dike û got: “Pirsên wekê ; Çima tevli cenazeyê bû? Te ji kê emîr girt? Tu endamê kîjan rêxistinê ye? Pirsîn. Li vî welatî mirov tên kuştin. Li kujeran doz nayê vekirin, li me tê vekirin. Gelek zora min çû. Jin tên kuştin rastî tecawizê tên, lê berpirs nayên cezakirin. Xuyaye ku edelet li dijî Kurdan çawaye.
PYD TERORÎST HESIBANDIN
Ercan diyar kir ku di doza hatiye vekirin de PYD-YPG wek rêxistina terorê bi nav kirine û got: “Lê DAIŞ tenê wek rêxistin dîtine. Dema min ev dît min fêm kir ku bi kîjan mantiqî doz hatiye vekirin.”