Navenda Parastina Gel: Em ê sala 39’emîn a têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel: Di sala 39’emîn a Partiya me de biryardariya tacîdarkirina têkoşîna azadiya gelê me ji her demê hê zêdetir e.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel  bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Navenda Parastina Gel got; “38’emîn salvegera damezirandina partiya me PKK’ê ku li dijî qirkirina li Kurdistanê wek biryara vejîna neteweyî hat sazkirin, di serî de Rêber Apo yê di damezirandin û anîna partiya me heta îro de xwedî keda mezin e, li gelê Kurdistanê yê welatparêz, malbatên me yên şehîdan, tevahî gelên pêşverû û li tevahî hevrêyên bi nirx pîroz be.”

Navenda Parastina Gel bal kişand ku PKK, partiya şehîdan e û got; “Partiya me ku rêxistinek têkoşîna mezin e, bi keda şehîdên me, bi berxwedanê, şer, bi hunandina kêlî bi kêlî jiyanê civakbûyin saz kiriye û hatiye heta îro. Li ser vî esasî, em di şexsê şehîdê mezin hevalê Hakî Karer de ku bi şehadeta xwe bû bingeha sazkirina partiya me, tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, em soza xwe ya serkeftinê careke din nû dikin.

PKK, di heman demê de partiyek Rêbertiyê ye.  Li ser navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, em salvegera damezirandina partiya Rêber Apo ku wextekî navê Kurd jî nedihat gotin bi pêşdîtina xwe ya kûr û derketina xwe ya bi biryar tovên partiya me avêtin û bi tevahî jiyana xwe şêwe da vê tevgerê, bi hewldanên bêdawî ve heta îro anî, pîroz dikin, careke din hezkirin, rêzdarî û girêdanbûyina xwe ya bêdawî îfade dikin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser van xisûsan:

“ Partiya me PKK li xaka Kurdistanê ku ji bilî şopa piyên hêzên mêtinger tiştek nehiştibûn bû jiyan û hêviya azadiyê. Bi têkoşîna mezin a 38 salan daye, ji bo ku gelê me dîsa bibe xwedî nasname, çand û xwebûnê, bûye xwedan keda mezin û afirîneriyê. Bi vê wateyê, damezirîna PKK’ê li dijî zilm û zordariya serdestan, li ser navê gelê Kurdistanê destêwerdaneke çalak e. Rêber Apo bi keda mezin a ku dayî PKK anî rewşa partiya pêşeng, li ser vê bingehê bi têkoşîna gav bi gav li ber gelê Kurd ku tine dihate hesibandin û tenê mirin layiqî wê dihate dîtin rêya jiyan û hebûnê vekiriye. Gelê Kurdistanê ku li ser hîmê vê têkoşînê bûye xwe, azwerî û wêrekiya têkoşînê bi dest ve aniye. Gelê Kurdistanê ku  dihate xwestin hemû xwebûna wê were tinekirin û koledariya herî giran dijiyan, bi vî awayî bi pêkanîna şoreşa ramanî û sosyal, li ser bingeha azadiya jinê ji nû ve biteşekirina civakê, jiyana ronakîbûyineke bi vî rengî, di heman demê de bi dest ve anîna vîna moral, exlaq û şer, îro bûye sedema ku gelê Kurdistanê pêşengiya Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk bike. Gelê Kurdistanê îro, di têkoşîna dijî du hêzên faşîst AKP û DAIŞ’ê de ku asta herî bilind a paşverûtiyê nîşan didin, bi awayekî ku ji hemû gelan re bibe mînak şerê berxwedanê tê nîşandan.

Di qonaxa berdest de, di biryariya PKK’ê de ku têkoşîna mafdar de berfireh bûye, hêzdar bûye û di têşebûyina herêmê de xweyî ristekî çalak e, ji bo Hêzê Parastina Gel ê Kurdistanê rûmet û şerefeke mezin e, ku xweyî wê siûdê ye têkoşîna hebûna gelê Kurdistanê dide. Damezirîna partiya me qirkirina li ser gelê me daye rawestandin. Niha dora rizgariyê ye. Şayanî pêvajoya rizgariyê, di meşa şehîdên me yên leheng de, pêkanîna armancên şehîdên me yên mezin bêguman deyneke di stuyê me de. Em weke Hêzên Parastina Gel ê Kurdistanê, di sala 39. a partiya me de em biryardariya ku têkoşîna azadiyê bi azadiyê tacîdar bikin ji her demê zêdetir dijîn. Em weke kadroyên vê têkoşînê ku xwedan ceribandinên têrkar in, ji her demê zêdetir em ê li serketinê asê bibin, li gorî peywira xwe, hewldana me ya pêkanîna pratîkê di asta herî jor de ye. Di sala 39. a têkoşîna me de, di rêça pêkanîna armancên partiya Rêbertîyê, partiya me PKK’ê de, em diyar dikin ku em weke neferên azadiyê, bi hemû hêza xwe em ê peywirên xwe yên demê bi cih bînin, di meşa mezin a azdiyê ya dîrokî de, em careke dî salvegera partiyê ya gemû gelê xwe û hevrêyên xwe yên ku li ber xwe didin careke dî pîroz dikin. Di 39. sala têkoşînê de serketinên mezin hêvî dikin. ”