Navenda Jiyanê ya Astengdaran ya Mûsa Anter vebû

Navenda Jiyanê ya Astengdaran ya Mûsa Anter vebû

Navenda Jiyanê ya Astendar ya Mûsa Anter ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve hate çêkirin, bi merasimekê hate vekirin. Navenda Astengdara ji gelek qadên ku zarokên otîstîk jê sûdê werbigirin weke, navenda spor-perwerde, pola komputerê, atolye û whd têde cih digirin.

Navenda Jiyanê ya Astengdar ya Mûsa Anter ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve li ser 1500 metrekare û 250 metrekareyê wê jî girtî hate avakirin, têde ji gelek qadên ku zarokên otîstîk jê sûdê werbigirin yên weke, navenda spor-perwerdeyê, pola computer, atolye û whd hate vekirin.

Alîkarê Şaredarê Kayapinarê Ihsan Avci, Serokê Komeleya Astengdarên Bedenî yê Amedê Omer Aslan, Meclîsa Astengdar ya Rojeva Herêmî, Endam Meclîsa Astengdar ya KCD’ê Muhsin Baktî, Seroka Komeleya Tekoşîna bi Otîzmê re Mîne Onûr, Serokê Qulîba Sporê ya Astengdarên Bedenî Nîzametîn Karaçam, malbat û her wiha zarokên astengdar tevlî merasima vekirinê bûn.

Alîkarê Şaredar Ihsan Avci di vekirinê de axivî û diyarkir ku, ev di sê demên dawî de ye ji rêveberên li Tirkiyeyê cûdatir xizmetê pêşkêşî gel dikin û got, “Dema ku me di şaredariyê de dest bi vî karî kir, me got em dê bi hemû dînamîkên civakê re vî karî bi rêve bibin. Dema ku mirov îro lê temaşe dike, li rexmî bê derfetî û astengiyan jî ger mirov bixwaze bi gel re be dikare gelek karan bike û îro ev di vê xizmetê de hate dîtin.”

Avci destnîşan kir ku, “Wana weke şaredarî di serî de ji bo kesimên dezavantaj, astengdar, kal, zarok, yên rastî tundî û di nava civakê de tên biyanî kirin, ji bo wana tevlî jiyanê bikin navend vekirin. Weke şaredarî wana malên piştgiriyê yên perwerdeyê, navnedên çand û navendên jinan vekirin, ev xizmetên ku wana destpêkirin, îro jî vekirina Navenda Jiyanê ya Astengdar ya Mûsa Anter berdewama van xebatane ye. Di demek kêm de ew dê navenda jiyanê ya zarokan, ji bo kalan navenda jiyanê û tesîsên spore bêxin xizmeta gelê xwe de.”

Alîkarê Şaredar Ihsan Avci da zanîn ku, wana beşek mezin yê butçeya şaredariyê ji xizmetên mirovahiyê re veqetandine û diyarkir ku, “Tenê sala 2012’an wana 40 trilyon ji bo razemeniyê veqetandine.”

Piştî axaftinan Navenda Jiyanê ya Astengdaran ya Mûsa Anter bi merasimekê hate vekirin.

Komeleya 21 Astengdar ya Rojeva Herêmî jî, ji ber ku ji bo astengdaran navend vekirine plaketa sipasiyê dan şaredariyê.