Navenda Çandê ya Kerkûkê: Karê me li ber xelasbûnê ye
Yekîtiya Rewşenbîrên Kerkûkê û Navenda Çand û Hunerê yên ser bi Wezareta Çandê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber kêmaniya çavkaniyên aboriyê ji neçarî karê xwe bi qasî nîvî kêm kirin.
Yekîtiya Rewşenbîrên Kerkûkê û Navenda Çand û Hunerê yên ser bi Wezareta Çandê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber kêmaniya çavkaniyên aboriyê ji neçarî karê xwe bi qasî nîvî kêm kirin.
Ji rêveberên navenda çandê ya Kerkûkê Mûhammed Seyîd diyar kir, ku xebatên wan li ber tinebûnê ne û got, "Ev se meh in em nikarin kirê ya avahiya xwe bidin. Hikûmeta Başûrê bi bahaneya krîza aboriyê, çarçoveya xebatên ber biçûk kir. Walîtiyê bi gotina 'hûn bi Başûrê Kurdistanê ve girêdayî ne' daxwaza me ya alîkariyê red kir."
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber krîza siyasî û aborî, navenad Çand û Hunerê ya Bajarê Kerkûkê bi pirsgirêkan re rû bi rû ye. Endamê rêveberiya navendê Mûhammed Seyîd da xuyakirin, ku ew di rewşeke welê de ne ev sê meh in nikarin kirê ya avahiyê bidin.
Seyîd got, "Wezareta Çandê biryar da ku navendên çand û hunerê yên pê ve girêdanî ye, biçûk bike. Navenda me jî di nava vê çarçoveyê de cih digire. Lewma ev biryar, wê derbeke mezin li xebatên çand û hunerê yên li Kerkûkê bixe. Ji ber ku li Kerkûkê bi tenê şaxekî me heye. Li Silêmaniye, Hewlêr û Duhokê navendên me yên giştî hene û ser bi her navendê 18 şax hene. Li wê derê, ji ber nebûna budçeyê hin navend bên biçûkirin û bi bibin yek jî, wê ev yek bandorê li karê wan neke. Halbûkî em bi tenê şaxek in û diviyabû em li derveyî vê biryarê bihatina hiştin."
'EM YEKANE NAVENDA ÇANDÊ NE, LÊ DESTEKA PÊWÎST JI ME RE NAYÊ DAYÎN'
Seyîd ragihand, ew li Kerkûkê yekane navenda çandê ye û got, "Tevî vê yekê jî bi gotina 'Hûn bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve girêdayî ne' Walîtî ti alîkariyê nade me."
Seyîd destnîşan kir ku ev yek zerareke mezin dide karê çandê yê li Kerkûkê.
Seyîd herî dawî diyar kir, eger girîngî bi xebatên çandê bihata dayîn, wê ewqas ciwan welat neterikandibûna.