Navên di kabîneya Ebadî de hatin eşkerekirin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û Parlamenterê Iraqê yê Tevgera Goran Aram Şêx Mûhammed navên ku Haydar Ebadî ji bo kabîneya nû pêşkeşî serokê parlamentoyê kiribû eşkere kir.

Mûhamed îro piştî rûniştina li parlamentoyê got ku di lîsteya 16 kesan a Haydar Ebadî pêşkêşî Serokê Parlamentoyê kirine de 2 Kurd jî hene.
Aram Şêx Mûhammed îfade kir ku têkîldarî navên Haydar Ebadî pêşkêş kirine wê parlamento biryarê bide, got: “Eger fraksiyon li ser navan li hev bikin, wê li parlamentoyê bibe mijara dengan, na eger li hev nekin, wê ji bo guhertinê careke din navên nayên xwestin pêşkêşî Ebadî bên kirin.”
Dihat payîn ku Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li ser krîza aborî ya li Iraqê û nelirêtiyên di nav hikûmetê de kabineyek nû diyar bike û hejmara wezareta kêm bike, îro kabîneya nû pêşkêşî serokê parlamentoyê kir. Ebadî gelek wezaret kirin yek û wezîrên nû hilbijartin, di wezaretên Karên Hundir û Parastinê de ti guhertin çênekir.
Kabîneya nû ya Haydar Ebadî ev in:
Wezîrê Aboriyê: Ali Allavi
Wezîrê Petrolê: Nızar Salim (Kurd)
Wezîrê Karên Derve: Şerif Ali bin Ali
Wezîrê Perwerdehiyê: Ali Cuburi
Wezîrê Perwerdehiya Bilind: Abdulrrezak İsa
Wezîrê Tenduristiyê: Ala Mubarek
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê: Hasan Cenabi
Wezîrê Ciwan û Çandê: Akil Yusuf
Wezîrê Avadaniyê û Şaredariyan: Hoşyar Emin (Kurd)
Wezîrê Veguhestinê: Yusuf Esedi
Wezîrê Dadê: Muhammed Nasrullah
Wezîrê Elektrîkê: Ala Deşir
Wezîrê Koç û Koçberan: Vefa Mehdavi