Navê zarokên ku li Amedê di bin dîwarê dibistanê de man û jiyana xwe ji dest dan diyar bûn

Hat diyarkirin ku li Amedê dema vîncê ji bo qereqolê blokên betonê dikişandin û ji ber li dîwarê dibistanê xist, Ayaz Ozdemîr ê 6 sali û Fûrkan Oner jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn dema mirovan zarok derdixistin polîsan gule reşandin.

Hat diyarkirin ku li Amedê dema vîncê ji bo qereqolê blokên betonê dikişandin û ji ber li dîwarê dibistanê xist, Ayaz Ozdemîr ê 6 sali û Fûrkan Oner jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn dema mirovan zarok derdixistin polîsan gule reşandin.

Navê zarokên ku ji ber dema vîncê blokên beton ji bo derdora Dibistana Seretayî ya Tûrgût Ozal a li Taxa Sen û Benê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ku dixwazin veguherînin qereqolê, dikişand jiyana xwe ji dest dan eşkere bû. Hat ragihandin ku zarokên ku di bin vîncê de jiyana xwe ji dest dan û ji aliyê gel ve ji bin dîwarê hilweşandî rakirin morga Nexwşxaneya Dewletê ya Selaheddînê Eyubî Ayaz Ozdemîr ê 6 salî û Fûrkan Oner e.

Malbatên zarokên bi navê Ozdemîr û Oner hatin pêşiya morga nexweşxaneyê, bi Kurdî lorandin û bi gotinên “Erdogan parçe parçe bibe” bertekên xwe anîn ziman. Li gorî agahiyên ji welatiyên taxê hatin girtin, vinçê tevahiya rojê hewl da ku bikeve baxçeyê dibistanê. Piştî saetan vînç kete hundirê baxçe, dema xwendekar belav bûn li dîwar xist, zarok di bin xirbeyên dîwar de man. Piştî bûyerê Deniz û Cihan Tûrgût hatin cihê bûyerê, zarok ji bin xirbeyan derxistin û rakirin nexweşxaneyê. Dema ku welatiyan zarok ji bin xirbeyan derxistin polîsan li hewa gule reşandin.

Ahmet Akdamar ragihand ku dema motor çêdikir qelebalixek mezin pêk hat û wiha got: “Ez bezîm cihê bûyerê. Me zarokên di nava xwînê de ji bin xirbeyan derxistin û li wesayîtê swar kirin, şandin nexweşxaneyê. Di dema ku me zarok ji bin xirbeya derxistin gelê ku li hember polîs û vîncê bertek nişan dan, polîsan qêr dan û gule li hewa reşandin.” Mirovan diyar kirin ku polîsan ajokarê vîncê ji cihê bûyerê dûr xistine, bertek nişanî nêzîkatiyên polîsan da.

Tê payîn ku piştî kar û barê otopsiya cenazeyên zarokên bi navê Ozdemîr û Oner, di saetên şevê de li Goristana Yenîkoyê bên definkirin. Li aliyê din hat hînbûn ku Fûrkan Oner xizmê Şahîn Oner ê ku di protestokirina komploya 15’ê Sibatê ya sala 2013’an de ji aliyê wesayîta Akrep hate qetilkirin e.